
Derhênera belgefilma ‘Zêmara Derengmayî’ Havîn Funda Saç ji bo filma xwe got ku xeyala wê ya zarokatiyê bû ku çîroka lehengekî wekî Evdîlmelîk Şêx Bekîr bida nasîn.
Çaremîn Mîhrîcana Belgefilman a Fîlamed di 24’ê Gulanê de dest pê kir û 29’ê Gulanê bi dawî bû. Di mihricanê de 44 filman bi mijarên cur bi cur rewşa Kurdan anî ser perdê. Filma ‘Zêmara Derengmayî’ jî yek ji van filman e. Derhênera “Zêmara Derengmayî” Havîn Funda Saç diyar kir ku çêkirina filma bibîranîna Evdilmelîk Şêx Bekîr e û çîroka lehengekî weke Evdilmelîk vedibêje.
Yek ji filmên ku li mîhrîcanê hatin nîşandan ‘Zêmara Derengmayî’ bû. Belgefilm li ser yek ji damezirênerê Koma Amedê Evdilmelîk Şêx Bekir bû ku sala 1991’ê li Semsûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin.
‘Xeyala min a zarokatî bû’
Derhêner û lîstikvan Havîn Funda Saç, çîroka navê film weha rave kir: “Hîna ez zarok bûm min Koma Amed nas kir. Ez bi awaz û stiranên Koma Amed gelek bi hestiyar dibûm. Bi taybetî jî ez gelek ketim bin bandora solîstê komê Evdilmelîk mam û awaza wî bala min dikişand. Dema ez li zanîngehê jî bûm, min her dem ji hevalê xwe dipirsî gelo ev kes kî ye û çima kesek li ser jiyana wî ne serwext e. Piştî lêkolîna min a demeke dirêj min zanî ku Evdilmelîk tevlî nava refên PKK’ê bûye û şehîd bûye. Dema ku ez li zanîngehê bûm û min beşa sînema dixwend jî min ji hevalên xwe re digot, belgefilma Evdilmelîk bikêşin. Ji ber ku her kes dengê wî nas dike lê belê tu kes wî nas nake. Hevalên min jî gotin, tu jî beşa sînemayê dixwînî çima tu çênakî. Sala 2010’an min dest bi lêkolîna jiyana Evdilmelîk kir û li ser xebitîm.”
‘Filmamed ez teşwîq kirim’
Havîn Funda Saç destnîşan kir ku ew sala 2011’an jî tevlî Mîhrîcana Filmamed bûye û li wir xelata teşfîqê wergirtiye û dest bi xebata belgefilma Evdilmelîk kiriye. Saç anî ziman ku piştî xebateke dirêj wê sala 2016’an belgefilma ‘Zêmara Derengmayî’ qedandiye û cara yekem li Çaremîn Mîhrîcana Belgefilma ya Filmamedê nîşan daye.
‘Şerê AKP’ê bandor li hunerê jî kir’
Derhêner Saç bal kişand ser şerê AKP’ê yê li Kurdistanê û got, “Şerê qirêj ê li Kurdistanê jî bêguman bandor li ser hunerê jî kiriye. Sala 2011-2012’an jî dîsan ez tevlî mîchrîcanê bûm, ew sal elaqe zêdetir bû. Ji ber polîtîkayên şer ên AKP’ê welatî ji ser axa xwe koç kirin û hunermend û kesê ku bi hunerê re elaqeder dibin jî ji ber şer nikarin werin Kurdistanê. Lê belê tevî polîtîkayên şer jî dîsan mîhrîcan bi kelecan derbas bû.”
Havîn Funda Saç kî ye?
Saç 23’ê Cotmeha 1984’an li Elbîstanê hatiye dinyayê û sala 2006’an li Zanîngeha Stenbolê beşê Televziyon, Radyo û beşa Sînema qedandiye. Li Şaredariya Kartalê du salan perwerdehiya lîstikvaniyê dîtiye. Her weha, Havîn Funda Saç sala 2008’an jî di filma “Firtina” de û sala 2009’an de jî di filma bi navê “Delî Delî Olma” bi rolê Esma lîstiye û sala 2013’an jî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi cih bûye.
OMER ÎKE/AMED