NAV-DEM’ê bi sernavê “Bi dengekî her tişt dikare biguhere, ew deng jî dengê te ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “19’ê Hezîranê roja dawî ye ji bo dengdana li Elmanyayê. Ji ber vê yekê gelê me yê welatparêz divê bi ruhê seferberiyê biherike ser sindoqan û dengê xwe bide.”

NAV-DEM’ê diyar kir ku AKP-MHP ji bo HDP’ê di binê bendê de bihêlin her tiştî dikin û îşaret bi komkujiya li Pirsûsê kir.

Dengên derveyî Tirkiyeyê girîng in

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Derbasbûna HDP’ê ji benda hilbijartinê, wê bibe sîleyek û li rûyê dîktatoriya Erdogan bikeve. Wê were wateya mezinkirina hêviya jiyan û aştiya bi rûmet.”

NAV-DEM’ê îşaret bi girîngiya dengên li derveyî welat kir û got, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de jî hat dîtin ku dengên li derveyî welat ne tenê bi kêrî derbasbûna HDP’ê ya ji bendê kir, her wiha rê li ber wê yekê vekir ku li hin bajarê krîtîk parlamenter bên bidestxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku îro saet 21´an dengdan bi dawî dibe û bang li dengdêran hate kirin ku tavilê biçin navendên dengdanê û dengê xwe bidin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke ku namzetê me yê Serokkomariyê Birêz Selahattîn Demîrtaş jî got, dengekî bi tenê têrê dike ku em dîktatoriyê têk bibin. Bila gelê me ji bîr neke; dengek dikare her tiştî biguherîne, ew deng jî dengê te ye.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN