Roj bi roj nerazîbûna gelê Kurd li dijî biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê zêde dibe. Doh jî li gelek navendên Başûrê Kurdisanê xelk li meydanê bû. Li Başûrê Kurdistanê xelk li dijî biryara Emerîka ya li hemberî her sê şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murad Karayilan, li bajarokên Derbendîxan û Seyîdsadiq, li Hewlêr û Ranyayê çalakî li dar xistin. Li  bajarokên Derbendîxan û Seyîdsadiq yên ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, doh çalakiyek li dijî biryarê hat li darxstin. Di çalakiya li Derbendîxan de daxuyaniyek ji aliyê endama Tevgera Azadî ji aliyê Taha Caf ve hat xwendin. Daxuyanî bi vî rengî bû: “Divê hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan, kesayet û rêxistinên civaka sivîl, bersivek tund li hemberî vê biryara dagirkerane bidin. Ev biryara Emerîka ya li hemberî PKK û KCK’ê bi awayek rasterast xizmeta DAIŞ dike. Pêwîste Amerîka di demek nêz de li ser vê biryarê daxuyaniyek bide û peşîmaniya xwe bîne ziman.” Gelê Kurd serê xwe natewîne L bajarokê Seyîdsadiq jî bi heman minasebetî çalakî hebû. Di çalakiyê de hevserokê Tevgera Azadî yê herêma Şarezur, Soran Hesen axivî û got: “Bila gelê Kurd baş bizene wê ev komplo wê negihe armanca xwe, ji ber ku em niha dibînin gelê Kurd li hemberî vê biryarê derketine û li ser lingan in. Divê dijmin baş bizane, dema xwe tewandinê ya gelê Kurd derbaz bûye û êdî gelê Kurd serê xwe li hemberî ti kesê natewîne.” Çalakî bi dirûşmeya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ bi dawî bû. Bêdeng nemînin Li bajarê Hewlêr jî li ber derê konsolxaneya Emerîka xwepêşandan hat li darxistin. Yek ji amadekarên xwepêşandanê İdris Dîbegî li xwepêşandanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara Emerîka ya li hemberî şoreşgerên Kurd yên PKK û KCK’ê xizmeta çeteyên DAIŞ dike. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li hemû rêxistin, aliyên siyasî û gelan dikin da ku li hemberî vê biryara Amerîka ya hemberî sê şoreşgerên Kurd derxistî derkevin û helwesta xwe nîşan bidin. Herwiha divê hemû partiyên siyasî bersivek tund li hemberî vê biryarê bidin û bêdeng nemînin.” Li her deverê dijminahiya gelê Kurd dike Welatiyên bajarokê Ranye li dijî biryara Emerîka ya li hemberî sê şoreşgerên Kurd çalakiyek li darxistin. Yek ji endamê komîteya amdekar yê çalakiyê Silêman Wertî li wir daxuyaniyek ya çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev 40 sal in Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî siyaseta faşîstane ya dewleta Tirk têkoşîn dike û xebatek mezin dimeşîne. Daxuyanî bi vî rengî bû: “Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li her deverê dijminahiya gelê Kurd dike. Hêzên gerîla û pêşmergeyan di şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ de rolek mezin leyîstin. Divê Emerîka rêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz bike, ne ku li hemberî wan derkeve yan jî weke terorîst nîşan bide. Em wek gelê bajarê Ranya bi tundî vê biryara Emerîka şermezar dikin. Ev biryar xizmeta doza gelê me nake, tenê di berjewendiyê terorîst û dagirkeran deye. Em carek din dibêjin şoreşgerên me di dilê me de ne û di dilê hemû Kurdekî de ye.”

---------------------------------------------------------------

Xizmeta ji DAÎŞ’ê û Erdogan re dike

PJAK’ê bi tundî li ber biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (YE) ya li dijî her sê pêşengên Kurd rabû û got, “Ev biryar xizmetê ji DAÎŞ’ê û Erdogan re dike.” Her diçe nerazîbûnên li dijî biryara Wezareta Karê Derve ya DYE’yê li dijî sê şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan zêde dibe. Li ser mijarê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyekî nivîskî da. PJAK’ê got, halê hazir eşkere bû ku PKK weke hêzekî sereke li Kurdistanê û herêmê di şerê li dijî DAÎŞ‘ê de bi rolê sereke hebû û bi vî rengî dewam kir:”Piştî vê lehengiya dîrokî hedefgirtina sê şoreşger û têkoşerên PKK’ê û pêşêngên têkoşîna azadîxwaza gelê Kurd a ji aliyê Amerîka ve perde li ser heqîqeteke din hatiye rakirin. Emerîka û koalîsyon, piştî dawîhatina terorê baweriya wê bi aştî û demokrasiyê nîne, berevajî li pey bêbandorkirina û ji holêrakirina hêzên şoreşger û azadîxwaz ên cîhanê ne. Ev jî j bo Emerîka cihê şermezarî û sernizmiyê ye. Gurkirina şerê û tundiya li herêmê ye Her çiqas Amerîka bi revandin û radestkirina Rêber Apo ya ji bo dewleta Tirk û hewldana tesfiyekirina PKK’ê de dijmintiya Kurdan kiribe jî, heta roja îro jî di tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk ên li her cihî li ser Kurdan pêk tên erê kiriye. Biryara nû ya Emerîka ji bo sererastkirina peywendiyên Tirkiyeyê û gurkirina şerê û tundiya li herêmê ye. Herwiha ji bo berjewendiyanên xwe dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd û gelên azadîxwaz eşkere kir.” PJAK’ê biryara Emerîkayê weke biryareke şaş û li dijî hemû pîvanên mafên mirovan, destpêkirina qonaxekî nû ya metirsîdar a li dijî gelên azadîxwaz, hêzên soslayîst û şoreşgerên Kurdistanê û cîhanê bi nav kir. Gelê Kurd wê nebe qurban PJAK’ê biyar bi tundî şermezar kir û eşker kir ku biryar xizmeta DAIŞ‘ê û Erdogan dike û got; “Bila Emerîka û koalîson baş bizanibin ku êdî gelê Kurd rê nade bibe qurbanê hêzên hegomonya û statûpêzên herêmê. Wê hata nefesa xwe ya dawî xwedî li şoreşgerên rasteqîn ên xwe derkevin. Di vê qonaxa hestyar de, pêwîste hemû hêzên şoreşger û azadîxwaz, kesayetên rewşenbîr û siyasetmedar, ciwan û jinên azadîxwaz ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên demokratîk vê helwesta Emerîka şermezar bikin û pûç bikin.”