ERDOGAN ALAYÛMAT / MA/STENBOL

  • Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, ji bo cenazeyên ku li Goristana Kîlyosê li peyarêyê hatin veşartin, wê serî li NY û DMME’yê bide. Parêzer Serhat Çakmak, diyar kir ku armanca êrîşan li ser goristanan “bê bîr û hafize hiştine”.

Di sala 2018’an de 281 cenaze, ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirina tipa edlî biribûn Stenbolê. Beriya çend rojan derketibû holê ku ji van cenazeyan 261 jê li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Bêkasan hatine veşartin. Cenaze, di pakêtên plastîk de li gorên ku ji 1’ê heta 18’an nimre li ser wan hatibûn danîn, li ser hev hatibûn bicihkirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), li goristanê lêkolîn kir û têkildarî mijarê raporek amade kir. Komeleyê, di raporê de xwestibû ku cenazeyan bidin xwediyên wan û derbarê kesên berpirsyar de lêpirsîn bê destpêkirin. OHD, xebatên xwe yên hiqûqê yên tekildarî mijarê didomîne û amadekarî dike ku veşartina cenazeyan a li peyarêyê bibe Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME).

   

Dixwazin civakê bêbîr bikin

Endamê OHD’ê Parêzer Serhat Çakmak, pêvajoya ji revandin heta veşartina li pêyarêyê ya cenazeyan weke “Rêza bêhiqûqiyan” pênase kir û wiha got: “Bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re dewletê dest bi êrîşên li ser goristanan kir. Beriya Xerzanê li Licê jî li dijî goristanan êriş pêk hatin. Veşartina cenazeyan a li ser hev a li pêyarêyê, bêhiqûqiyê aşkera radixe ber çavan. Binpêkirineke giran a mafan li holê ye. Di şeran de armanca tekbirin û kuştinê ya aliyan li hemberî hev heye lê dema ku kes dimire têkiliya wî bi dinyayê re tê birîn û kes nikare mudaxaleyî veşartin û rîtûelên olî yên ji bo wî bibe. Ev feraset bi demê re di nav civakan de bûye edet û di hiqûqê de jî bûye qanûn. Tişta wijdanê mirov dêşîne binpêkirina nirxên civakê ye. Bi vê re civak jî tê bêbîrhiştin.”