Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê (DYE) dabû zanîn ku sê rêber û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan kirine lîsteya lêgerînê û ji bo girtina wan xelata pere danîne ser serê wan.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi daxuyaniya nivîskî ev biryara Emerîkayê bi tundî şermezar kir.

Endambûna wan cihê şanaziyê ye

KNK’ê bi bîr xist ku Bayik, Karayilan û Kalkan ev ji 40 salan zêdetir e di nava şoreşa Kurdistanê de di rêza pêşî de bi serbilindî cihê xwe girtine, Bayik û Karayilan her wiha endamên KNK’ê ne û got, “Endambûna wan a li nava KNK’ê, ji bo me cihê şanaziyê ye. Van her sê rêber û şoreşgeran, hemî temenê xwe fedayî xizmeta gelê Kurdistanê kiriye. Niha jî, bi şev û roj vî karê pîroz, bê menfeet û xwebexşane dewam dikin. Evan mirovan, temamê jiyana xwe, li hember zilm û zordariya dagirkeran sekinîn, li hember zalim û zordaran mirovatî parastin û xizmet ji mirovatiyê re kirin. Ev mirov, ji bo vê xizmeta xwe ya bê hempa, divê bi payeya zêrîn bêne xelatkirin û navên wan divê bi tîpên zêrîn bêne nivîsandin.”

KNK´ê ev daxuyaniya Emerîkayê weke dûrketina ji exlak û pîvanên mirovahiye nirxand û got, “Ev helwêst, ji exlaq û pîvanên mirovatiyê dûr e. Li kîjan parçeyê Kurdistanê be bila bibe, têkoşîna Kurdan li hemberî dagirkeriyê ye û têkoşîna azadiyê ye. Bi munasebeta vê helwêsta neheq, em careke din vê biryarê şermezar dikin, bang li hikûmeta Emerîka dikin û dibêjin, dev ji vê helwêsta xwe ya durûyî û zalimane berdin û van lîsteyên neheq ji holê rakin.”

 

BRUKSEL