
MEHMET ŞAHÎN
Ew keleha navdar a ku di hemû rûpelên dîroka kevnare ya hemû civakên Rojhilata Navîn de derdiket pêşberî me, hemû derî bi navê wê vedibûn û hemû serkeftin û bextewarî bi navê wê dihatin taçkirin, ji tixûbê Komara Tirkiyeyê 100 km li başûr, ji Helebê 124 km li rojhilat, ji Reqqayê 50 km li rojava, di navbera du navendên dîrokî yên girîng Mûsil û Helebê de li qerexa rûbarê Feratê li ser girekî stratejîk ê ku hakimê rêya kerwanan, navendeke girîng, keleheke navdar û qedîm keleha Caberê… Her çi qas navê wê “Caber” be yanî di Erebî de wateya wê “bejnkinik” be jî dîrokeke wê ya dûdirêj û qedîm heye. Ew keleh, carinan bûye qesra rêber û serokdewletan, carinan bûye hêlîna diz û talankeran, carinan jî bûye zîndana mîr, beg û serokdewletên dîlgirtî. Dîroka wê kelehê bi qasî dîroka Mezopotamyayê, bi qasî dîroka mirovahiyê, bi qasî dîroka şerê desthilatdariyê kevnar e.
Keleh a şaristanî kevin kirin
Hemû hêzan dizanî ku hetanî keleha Caberê bi dest nexin serweriya wan a vê herêmê tekûz nabe. Ew keleha navdar hetanî serdema îslamê bi navê ‘Davsara’ hatiye nasîn. Di serdema destpêka îslamiyetê de di bin pêşengiya Sabiku’d Caber el Quşeyrî de selçûqî kelehê bi dest dixin. Ji bo xatirê navê fermandarê Sabiku’d Caber ku vê kelehê bi dest dixe ji wê rojê şûnde navê kelehê dibe ‘Caber’. Ew keleha qedîm ji hêzên sereke yên ku mohra xwe li dîroka Rojhilata Navîn xistiye yên wekî Emevî, Ebasî, Selçûqî, Eyûbî, Memlûkî, Osmanî û hwd. ji hemûyan re malovanî kiriye. Ji hinekan re bûye cihê serkeftin û bextewariyê, ji hinekan re bûye miradê di çav de mayî. Ji hinekan re bûye zozan û havîngeh, ji hinekan re bûye goristan.
Ew keleha ku di sala 1146’an de ji hêla Atabegê Mûsilê Îmadûddîn Zengî ve tê dorpêçkirin lê ji ber ku bi îxaneta xulamên xwe tê kuştin, artêşa wî ya qerase belawela dibe û ew mirada wî ya bidestxistina keleha Caberê di çavê wî de dimîne. Ev keleh e ku Atabegê Helebê Nûreddîn Zengî, Selaheddînê Eyûbî, Hulagû yê Îlhanî, Nasir Muhamedê Memlûkî û Yavuz Siltan Selimê Osmanî di demên xwe yên herî xurt de di hewşa wî de hespê xwe bezandiye. Ew keleh e ku bi navê tirba bapîrê avakarê osmaniyan Osman Gazî Silêman Şah tê nasîn ku ji 1516’an heta 1918’an ji hêla osmaniyan ve wek cihekî pîroz hatiye parastin. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi têkçûna osmaniyan re ev herêma dewlemend ji hêla ingilîzan ve tê desteserkirin. Di sala 1916’an de bi peymana navdar Skeys-Pîcot a ku di navbera rûs, ingilîz û fransiyan de li ser dabeşkirina Mezopotamya û Kurdistanê tê destnîşankirin, ev herêm radestî fransiyan tê kirin. Ew keleh ku ji ber tirba Silêman Şah ji hêla tirkan ve wek wargeheke pîroz tê dîtin, di sala 1921’an de bi peymana Enqere-Fransayê teslîmî tirkan tê kirin. Lewre ev keleh yekemîn erdê dewleta tirk a li derveyî welêt dihat pênasekirin.
Êdî dibe keleha azadiyê
Ew keleha navdar niha careke din di rojevê de ye, niha careke din di hedefê de ye, niha careke din amadekariyê dike ku rola xwe ya li ser qedera hemû heremê bilîze. Lê vê carê hewl dide ji her carî cudatir, ji her carî watedartir rola xwe bilîze. Niha hewl dide ev kirasê reştarîtiya zilm û zordariyê ku hezar sal e li ser hatiye ferzkirin, ji ser xwe veçirîne biavêje, kirasê spî yê aştî û ronahiyê li xwe bike û di rûbarê Feratê de bibe haveynê azadî, biratî û wekheviyê.
Ew keleha bi nav û deng ev keleha Caberê bi xwe ye ku niha hêzên azadî û aştîxwaz QSD’ê ala xwe li ser çikandiye. Ew keleh e ku hetanî niha bûye navenda desthilatdariyê, bûye keleha zilm û zordariyê lê niha dê bibe keleha azadî, aştî û biratiyê. Ew keleh wê ji vir û şûnde ji biratiya gelan re malovaniyê bike.