RÛKEN DEMIR / MA / ÎZMîR

Girtiyên PKK’yî û PAJK’î ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û serê 10 rojan dorveger kir. Malbatên ku zarokên wan di hepsê li Herêma Egeyê de, bi rêya telefonê bi zarokên xwe re peyivîn. Wan got, zarokên wan gotine, heta dawî li tecrîdê bê, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

4 zarokên wî di girtigehê de ne 

Li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê 2 û li Girtîgeha Kepsûtê ya Balikkesîrê jî 2, çar zarokên Abdullah Poyraz di greva birçîbûnê de ne. Abdullah Poyraz li ser barxwedana zarokên xwe axivî û got, daxwazên zarokên me daxwazên me ne jî. Tecrîdkirina Ocalan bêhiqûqîtî ye. Em bi saya Ocalan hay ji mafên xwe çêbûn. Heta dawî li tecrîdê bê em ê têbikoşin.”

Divê herkes dengê xwe bilind bike

Poyraz, diyar kir ku divê li hemberî vê rewşê kes xwe li bêdengiyê daneyne û got, “Zarokên me li hundir, em jî li derve têdikoşin. Çi ji destê me bê, em ê ji bo wan bikin. Em ê serî netewînin. Divê herkes dengê xwe bilind bike û tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe. Heger ji bo daxwazên zarokên wan gavek neyê avêtin û tiştek bê serê zarokên wan, berpirsiyar hikûmet e.”