Ji Kurdistanê, em nifşek in ku bi xwe bi derbên yekser trawmatîze dikin xwarine; ji dêûbavên xwe her behsa bûyerên qirr û qiyameta wan me bihîstine û ji kal û pîrên xwe jî ji xwe qewlên axirzemanê her bihîstine. Bifikirin, “fermana filehan” ji mîlada Îsa, hicreta Mihemed bêhtir tiştan ji bo rabihurî û dîroka me îfade dike. Beriya wê û piştî wê êdî ti carî nabin wekî hev.
Em nifşekî trawmatîzebûyî, mîrateya trawmayan ji dêûbavên xwe wergirtî û mîrateya felaketên mezin ji pêşiyên xwe wergirtî ne ku bi derba herî mezin jî hinek ji me dixwazin “zarokên xwe biparêzin”. Ji wan we ye, ew vê derba giran bi tenê li xwe dixin, lê ne wisa ye. Ev derba giran li zarokên wan dikeve. Ew xwe ji xwe û rabihuriya xwe, ango ji xwebûna xwe qut dikin. Xwe ji zimanê xwe, dîroka malbat û civaka xwe, nasnameya xwe ya civakî û etnîk, heta ya ayînî bi rengekî qut dikin. Dibin parçeyekî eklektîk ên çarenûsên din. Wî barê rabihuriya xwe ya şexsî ango tecrûbeyên xwe û wî barê koma tecrûbeyên civakî jî nikare ji ser pişta xwe bavêje, tenê ser wan digire, yan jî çavên xwe li wan miç dike; xwe dixapîne.
Xwexapandî, trawmatîzebûyî, dixwaze siberojekê ji ya xwe çêtir, êşkêmtir bihêle ji zarokên xwe re. Lê hesabê wê yekê nake ku heta bi rabihuriya xwe re, bi êş û azarên xwe re, bi gunehbûna xwe, gunehên xwe û bêgunehiya xwe re rûbirû nebe, heta ku şîna miriyên xwe neke, heta ku li daweta şahiyên xwe şa nebe, nikare bibe ew kesê ku karibe zarokên xwe bêbirrîn mezin bike. Ti jin û ti mêr ewqas xwedî qudret nînin ku pêşiyê li zarokên xwe bigirin ku ew li nasnameya xwe ya malbatî, civakî û etnîk bigerin. Çima, ji ber ku ew hêza ku dixwaze xwe nas bike da ku xwe îfade bike di nava civakê û civakan de, xwedî qudreteke wisa ye ku ti perde nikare ser rastiyan li hemberî wê bigire, ti bend nikare li ber herika wê bibe asteng û wê li pişt xwe bigewimîne.
Ango, em zimanê xwe di bin xweliyê de veşêrin jî, rojekê wê bayek, pifek bike ku di bin re perengek xwe bide der. Ji tirsê, ji biryarên şaş, ji bo qenciya herî baş a zaroka me bi xwe jî be, dema me ev kir, ew ê rojekê muhtemelen li nav rûyê me bixe, weke şeqamekê li bin guhê me bixe û bibêje, çima? Çima we zimanê min ji min veşart, çima we ez kirim mehrûmê gotinên tecrûbeyên xwe yên civakî? Çima we ez bêpar hiştim ji ken û giriyê xwe? Çima we kirasekî li we nayê li xwe kir û ez jî di wî kirasî de mezin kirim.
Ha, erê ne xema we ye, ji xwe we têra xwe derb xwarine, bi ser de we derbek li xwe xistiye, û niha zaroka we dike ku vê derbê li we xe! Lê belkî xema we be, ev derb, zaroka we li we naxe, ev ew derb e ku we digot qey we li xwe xist, lê we li hestûyê birçî yê ruhê zaroka xwe xistiye, niha ewqasî jan dide û ewqasî diare ku ji ber êşê ew jî dixwaze derbekê li we bixe. Dilê min bi we naşewite, hûn fêr bûne, ez fêr bûme. Em nifşek in ku hevîrtirşê me bi gera çep a çerxa felekê hatiye tirşkirin; êdî dilê kesî bi me naşewite, lê ew zarokên bê guneh, ha dilê min bi wan dişewite.
Rêya herî serketî xwe ji trawmayê û barê wê xilaskirin, yan jî kêmkirina barê wê, rûbirûbûna bi wê re ye; heta ku em şîna xwe negirin, rabihuriya me û koma tecrûbeya me wê meytên veneşartî bin li naverasta hola jiyana me.