LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser aloziya di navbera hêzên paramîlîter ên ser bi PDK´ê û hêzên YBŞ´ê de li devera di navbera Xanesor û Sinûnê ya li Şengalê dewam dike. Piştî şerekî qederê 3 saetan ku 3´yê Adarê danê êvarî bi dawî bû, şer hat rawestandin û hevdîtinek di navbera aliyan de pêk hat. Rewş niha çi ye, pirsgirêk çareser bûye yan na. Hevdîtin û diyalog dewam dike yan na, ji bo ku em pê zanibin, em bi Fermandarê HPG´ê yê Şengalê Egîd Civyan re peyivîn.

Egîd Civyan di destpêkê de bi bîr xist ka çawa rewş û statuya niha li Şengalê heyî pêk hatiye, û got, “Heta niha hemû hêzan rêz ji vê re girtiye. Ji aliyê hêzê me ve ti caran pirsgirêk derneketiye. Dema carinan hin pirsgirêk derketin jî bi rêya diyalogê ev hatin çareserkirin. Pirsgirêk û aloziya vê dawiya, binpêkirina vê statuya xwezayê ye.”

Çete ji bo şer hatibûn 

Fermandarê HPG´ê Egîd Civyan bi bîr xist ku heta niha di navbera hêzên YBŞ, HPG û PDK´ê de nîqaşeke fermî li ser çawabûna paraztina Şengalê nehatiye meşandin û lê belê aliyan ji bo nedane der a pirsgirêkan diyalog bi pêş xistiye û li ser rewşa dawî ya eskerî ya beriya aloziyê jî ev agahî dan: “Ev rewşa dawî cuda ye. Mintiqeya Xanesorê Kanûna sala 2014´an bi destê hêzên gerîla û YBŞ´ê hat rizgarkirin, lê gerîla li vir neman, ew bêhtir li sengerên pêş ên li dijî DAIŞ´ê bicihbûyî ne. Mintiqe jî di bin kontrola YBŞ´ê de ye. Li nava Xanesorê hêzên pêşmerge jî hene, çar meqereyên wan hene û heta niha ti kesî ew red nekirine.”

Ji bo sedema şerê qewimî û aloziya ji êvara 2´yê Adarê ve dewam dike jî Fermandar Civyan got, “Ev hêzên niha hatine, ne pêşmerge ne, ew hêzên paramilîter in, çeteyên AKP´ê ne. Ev çete ne, ne pêşmerge ne. Ew 2´yê Adarê hatin devereke nêzîkî ciyê di bin kontrola YBŞ´ê de xwe bi cih bikin. Beriya ev hêz bên, ne bi YBŞ´ê re û ne jî bi HPG´ê re di peywendiyek daneînabûn, diyalogek bi pêş nexistibûn. Agahiya hatina xwe jî nedabûn. Ji bo ku meseleyê fêm bike, YBŞ çûbû bi aliyê wan ve. Wan jî gotibû, ‘em hatine, em ê xwe li vir bi cîh bikin.’ Uslûbekî tehrîkê, uslûbekî ji bo derxistina pirsgirêkan bi kar anîn. Li wir aloziyê dabû der. Wan gotibû, ‘ev der cihê me ye, em ti kesî nas nakin, cîhê we ne ev der e. Derkevin û em bi paş ve jî naçin, ji me re wisa talîmat hatiye.’ Wan jixwe, berê mewzî çêkiribûn, ketibûn mewziyan. Gelek maşînên şer ên zirîhpoş, hummer bi wan re hebûn. Ew li ser wî esasê ku şer bikin hatibûn. Lewma uslûba wan tehrikker û bi temamî ji bo qewimandina şer bû. Ew ji bo derxistina pirsgirêkê hatibûn.”

Qetilkirina bêbext û xayînane

Fermandar Egîd Civyan îşaret bi helwêsta bîhnfireh a YBŞ´ê ya ji bo çareseriya kêşeyê kir û got, “Gava ku ragêşî zêde bû, gerîlayên HPG´ê jî ji bo navbeynkariyê xwestin bikevin dewreyê. Alî hemû wisa di cihê xwe de man û gava wisa bû jî, çeteyan dest bi zexmkirina mewziyên xwe kir û xendek jî kolan. Roja din danê sibehî (3´yê Adarê) jî bi maşînên xwe yên zirîhpoş yên weke panzer û hummer, bi ser mewziyên YBŞ´ê de çûn. Didu ji gerîlayên me yên ji bo navbeynkariyê li wir yên destpêkê şehîd bûyî, diçin pêşiya maşînên zirîhpoş, lewma dizanin ev maşîn ranewestin wê şer biqewime. Ew herdu heval xwe bi vî awayî feda dikin. Bi şêwazekî pirr bêbext û xayînane, li wir ev heval şehîd kirin. Hingê şerekî xurt dest pê kir û qederê 3 saetan dewam kir.” 

Pêşmerge nînin, çete ne

Civyan îdîayên dibêjin, li ser pêşîgirtina hêzên pêşmerge şer qewimiye jî wiha derewand: “Destpkê wan hêzên kontra, yên çete ku di wan panzêran de ne li hevalan xist, herdu gerîla şehîd kirin, piştre şerî dest pê kir. Heta niha ti kesî pêşiya hêzên pêşmerge negirtiye. Li deverên di bin kontrola YBŞ û HPG´ê de heta niha rojeke bi tenê jî pêşiya pêşmerge nehatiye girtin, ji ber vê pirsgirêk derneketiye holê. Pêşmerge bixwaze biçe ku, tê û diçe. Propagandaya dibêje, pêşiya hêzên me girtine, ne rast e, ew hinceteke ji bo qewimandina şer. Hêzên hatî jî ne pêşmerge ne, kontra ne, çete ne. Di nava wan de yên ku di nav refên DAIŞ´ê de şerkirî hene, yîn ku li Helebê di nav El-Nusra de şerkirî hene. Yên ku di fermanê de Êzîdî qetilkirî hene, yên ku li bakurê Kurdistanê li hember gelê me komkujî kirî, xwîna gelê me rijandî hene. Ti elaqeza wan bi pêşmerge re nîne. Ev bi temamî hêzên çete yîn paramilîter in. Hin kesên xiyanet li tevgera azadiyê kirî jî di nav wan de hene. Bi navkirina wan weke pêşmerge ne rast e. Pirraniya wan jî ji aliyê dewleta Tirk û AKP´ê ve hatine perwerdekirin.”

Birîndarên tirkîaxêv

Li ser mijarê, ka di nava van hêzan de hêzên dewleta Tirk jî hene yan na, Fermandar Egîd Civyan got, “Gelek îdîa hene, lê di dema qewimîna şer de, gelek birîndarên wan bi Tirkî peyivîne. Hevalan bi xwe bihîstiye. Ka ew hêzên kontra yên bakur in yan hêzên dewleta Tirk in, em bi wê nizanin.”  

Civyan wiha li pirsa, ka diyaloga di navbera aliyan de niha piştî şer çawa ye, vegerand: „Piştî ku şer qederê 3 saetan dewam kir, berpirsiyarên PDK´ê telefon kir û gotin, em dikairn şer bisekinînin, heger hûn jî bisekinînin. Me jî got, temam, em jî dikarin bibin navbeynkar. Li ser vê alî sekinînin û paşê hevdîtinek çêbû. LI ser navê hêzên HPG´ê yê li vir, em bi xwe çûn. bi me re fermandarên YBŞ û YJŞ´ê jî hebûn, me xwest em navbeynkariyê bikin. Li milê PDK´ê jî berpirsiyarên wan û hin kesên ku xwe weke fermandarên wan hêzan dayî nasîn hebûn. Me ji wan re eşkere got, em naxwezin pirsgirêk mezin bibin, lewma ev demeke dîrokî ye û dijminên me dixwazin di nava gelê Kurd de pirsgirêk mezin bibin û şer biqewimin. Wan jî got, ‘ev hêz wê li vir bin, ji bo wezîfeyekê hatine û em naxwazin wan ji vir vekişînin’. Li ser vê me got, ji bo çareserkirina pirsgirêkê, divê her kes vegere mewziyên xwe yên beriya bi du rojan. Wan ev red kir. Niha rewş wisa ye. Heta ku ew hêz li wir bin, ew ê her zemînê provokasyonan bin, hinceta êriş û şer bin. Pozîsyona wan jî niha pozîsyona şer e.”

Valakirina Xanesorê dewamkirina fermanê ye

Li ser rewşa dawî jî Fermandar Civyan got, ew ji bo diyalogê amade ne, bi îhtîmam îşaret bi rola navbeynkar a gerîla kir û got, “hêzên paramîlîter di navbera Xanesor û Sinûnê de bi cih bûne, li pişt wan jî hêza wan pirr e û li meydaneke fireh belav in.” 

Li ser rewşa sivîlan jî Egîd Civyan got, “li Xanesorê milet heye, propagandaya dibêje vala bûye, ne rast e. Lê belê milet tedbîran digire, li cihê şer hebe xwe vedide. Ew deverên ku nêzî deverên şer lê qewimî ye, milet derket, lê xelk li Xanesorê bi giştî dimîne. Ew kesên ji bajarok veqetiyayî jî çûne deverên di bin kontrola gerîla yên li derdorê. Ev bûyer jî îsbat dike ku propagandaya dibêje, sedema venegerîna xelkê li Şengalê hebûna PKK´ê ye, derew e. Armanca vê propagandayê valakirina Şengalê ye. Dema şer dewam bike, tu vegera xelkê asteng dikî. Mirov dikare bibêje, ev helwest dewamkirina fermanê ye jî.”

Weke bangeke dawî jî Fermandarê HPG´ê li Şengalê Egîd Civyan got, “Ev roj dîrokî ne ji bo çarenûsa gelê me û ya Kurdistanê. Heger miletê me ne bi vê bîreweriyê rabe, li hemberî van helwêstên çetewarî û dagirkeriyên axa Şengalê hişyar nebe, miletê me yê Êzîdî û dîsa tevahiya miletê me yê Başûr hişyar nebe, dibe ku di çarenûsa me de bi sedan salan wendahiyên mezin çêbin. Ji bo wê jî divê gelê me li hemberî van helwêstên dûvikê siyaseta AKP´ê û temamkerê siyaseta wê rabe, bibe xwedî helwêst.”