Michael Cinco yek ji dîzaynkerên navdar e ku navenda xwe sala 2003´yan li Dubaiyê daniye. Wî ji bo Hefteya Modeyê ya Ereb (Arab Fashion Week) a li bajarê Emîratên Yekbûyî yên Ereb Dubaiyê çend şalên eşkere Kurdî yan jî bi qewlê wî, îlhama xwe ji cilûbergên Kurdan wergirtî jî li modelên xwe yên mêr kirin. Heta vir ti mesele nîne ji bo Filîpîniyê 47 salî. Lê belê gava ku wî di ser hesabê xwe yê Instagramê ev şal û şelwarên Kurdan weke yên Frasan dan nasîn, qiyamet rabû.

Şîrovekaran nerazîbûna xwe nîşan da û di bin re nivîsî ku ev cilûbergên hanê yn Kurdan in û Kurd jî bi wan gelekî serfiraz in.

Axir nerazîbûnan kir ku Michael Cinco parvekirina pêşî jê bibe û yeka nû parve bike ku li serê dinivîsî, “Anton ê harîqulade şalê ji îlhama Kurdî yê bi xetên zirav li xwe dike.”

Xulaseya meselê ew e ku êdî bi hêsanî tiştên Kurdan wekê yên Tirk, Ereb û Farsan wê nikaribin bên bi nav kirin. Ji Michael Cinco bipirsin, ew ê ji we re bibêje çima.

 

NAVENDA NÛÇEYAN