Ev komkujiya ku li ber çavên cîhanê hate kirin saleke gewre li dû xwe hişt. Li welatê ku ji bo mafên lawir, ajal û her cûre candaran heta dawiyê têkoşîn tê dayîn, mixabin ji bo mafê jiyanê yên sê jinên kurd kesî tiliya xwe jî nelebitand. Ji bo rizgarkirina jiyana mişk û kûçikan bi sedan polîs û karmend têne arastekirin, lê li cihwarekî di bin çavên desthilatdarên fermî de ev komkujî bi hêsanî pêk anîn. “Gelo bêdengiya we ji hevkariya we tê?” “Gelo bêdengiya we ji şerma we tê?” Lê deng nîne. Me pirsî û gel jî devê birînên xwe vekirin û hêstên xwe anîn ziman...


Susana Rosslîng:
Ji adarê vir de em li vir in, her çarşem em hatin, ji bo me pir girîng û muhim e. Her carê 100 belavok bi fransî înglîzî û almanî hatin belavkirin. Mirovan pir eleqe nîşan da, pirs û pirsyar dikin, gelek jî hîç fam nakin û ji xwe nebihîstine jî. Niha hejmara belavokan derket 200 an. Beşdarbûn pir qelebalix nabe, lê bi wate ye. Polîs tê me hişyar dike, dibêje; qîr mekin, karmend nikarin kar bikin, gelo polîsê alman vêna ji ber xwe ve dike yan jî konsolos gilî dike? Em nizanin. Em li dû civanekê ne, heta niha bi me re tu têkilî chênekirin. Serê salê me hewla têkiliyê da, bersiv nedan û hîç jî dostane nebûn. Sakîne di nav doza kurd de pir bibandor bû, Fîdan û Leyla jî her wisa bûn. Ji xwe ciyê jinê û ya ciwanan di nav tevgera azadiyê ya kurd de tê zanîn. Li gorî gotina parêzer jî fail Tirkiye ye, Ewropa jî alîgirê wan e.

Salih Hacî:
Ez wek hunermendekî beşdar dibim, sê mirov, sê jinên qehreman xwe kirin, fedayê welêt. Bila Ewropî li demokrasiya xwe xwedî derkevin; ev milet çima tên vir, ev çalakî ji bo çi ye? Ev cînayet çima hate kirin? Ji bo tefandina wêrekiya jinên kurd kirin, her sê stêrk ronahî didan,  Lê nehatine tefandin, niha bêtir ronahî didin. şerm e ji wan re, ji bo mafên mirovan. Miletê kurd nasekine û li xwîna van şehîdan xwedî derdikeve. Heta hetayê jî wê bête şopandin. Bila ewropî netirsin, eger derkeve holê wê ew jî feyde bibînin. Eger ronî nebe şerma wan e. Ewropa bi çavekî biçûk li kurdan dinêre. Kurd bi milyonan in.

Ali Beyazdaş:
Ev nêzî salek e ez tevli vê çalakiyê dibim. Van mirovan ji bo me canên xwe feda kirin, ji bo rûmeta me, ji bo şerefa me, ez jî li ser riya wan im. Ev konsepta Natoyê ye, wisa jî bi menfeta wan ve girêdayî ye, eger siba menfata wan dest bide wê kujeran jî aşkere bikin, eger nede hiç dernakeve. Li aliyê din peyv û têgîna demokrasiyê tenê ji bo serdestan heye, bi taybetî gava navê kurd û Kurdistanê tê holê ew rêgez û prensîbên wan dibe efsaneyekê, vira dikin.

Zelîha Işik:
Sê jinên kurd hatine kuştin; di saziyên wan de, di welatên wan de û dinya ku dibêje em li dijî şîdeta jinê ne; ka ev gotin? çima xwe ker dikin? Divêt kurd baş bizanin ku canê tu kesî di garantiyê de nîne, li Ewropayê jî her gav dikare bêne kuştin. Divêt di serî de jin em tev de hişyar bin, yek bin û li doza xwe berdewam bikin. Kujer diyar e, tirk in, dostê kurdan nîne, li dinê yek dewleteke ku bêje dostê kurdan im, nîne.

Emro Ruha:
Naxwazin bibîhisin, dernaxin, ji ber ku kurd in, kuştina kurdan ji bo vê dinyaya bêbext bûyereke ji rêzê ye. Dinya li me bûye dijmin. Jin li cem me pir pîroz e; kar dikin, şer dikin, têdikoşin...bi zanebûnî bûne armanc. Pêsheng bûn, ji mêran girîngtir bûn. Ez bawer im dê kujer bê dîtin, xebata me dê encamê diyar dike. Erdogan berpirsyar e, Omer Guney deh caran çû Tirkiyeyê û hat, ne mumkun e ku nezanibin. Banga min li gelê me yê birûmet e; divêt em li Parîsê kom bibin, divêt em tiliya xwe di çavên neyar û xayînan de bikin...

Xalê Vahap:
Ev ne şehîdên despêkê ne û wê ne jî yên dawiyê bin. Riya kurdan û doza kurd û Kurdistanê dûrdirêj e. Babeta girîng ev e ku em çiqas xwedî li nirx û rûmetên xwe derdikevin. Ez van hevalên ku ev saleke li dû rêça şehîdan dimeşin; li ber baranê, berfê, germ û sermê de ranewestiyan, ji dil silav dikim. Divêt em berdewam bikin, ev him dê van kirinên tarî û rûreş aşkere bike û him jî rê li ber kiryarên nû bigire. Gelek, miletek bi kesayetên mîna Sakîne Fîdan û Leyla dibe gel, dibe netewe, dibe parçeyek ji malbata mirovahiyê.

 YEKO ARDIL/BERLIN