Hevrê Omer Ceger ê ku bi navê Xoce Amed di nava hevrêyên xwe de dihat nasîn û ev 35 sal in parazvanê doza Tevgera Azadiya Kurdistanê ye pêr li bajarê Elmanyayê Gêttingenê li nexweşxaneyê wefat kir.

Xoce Amed zewicandî bû û 6 zarokên wî hebûn. Di darbeya eskerî ya 1980´yî de birayê wî jî tê girtin û êşkencekirin. Bi hêrsa ji ber wê jî, ew sala 1982´yan diçe Erebistana Siûdî û li wir di nava xebatên Tevgera Zadiya Kurdistanê de cihê xwe digire. Heta 1986´an ew li wir dimîne û ji wir paşê diçe meydana Rêber Apo lê hevrêyên wî û wî perwerde dike. Wî dê careke din cihê xwe li cem Rêber Apo bigirta û ji sala 1998´an heta bi destpêka komployê jî li wir dimîne. Piştre jî diçe nav hevrêyên xwe yên li Çiyayên Kurdistanê.    

Wî bi îhtîmam wezîfeyên xwe dikirin

Hevalên wî û Kurdistaniyan doh li bajarê Elmanyayê Kasselê bi merasîmekê Xoceyê xwe oxir kir. Di merasîmê de keça wî ya mezin peyivî û got, “Ew dibîne êdî hevalên wî hemû îro li vir hazir in, ez malavahiya wan dikim. Ji bo xwişk û birayên mayî nikarim heman tiştî bibêjim, lê min bavê xwe nas kir û wî zemînekî baş ji me re ava kir. Têkoşîna wî xelk heyranî xwe dikir. Elman û xelkên din ên li dora wî jî heyranî têkoşîna wî bûn. Ew şehîdê Kurd û Kurdistanê ye.”

Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî di merasîmê de got, “Heval Xoce şervanek bû ku di felsefeya Rêber Apo de gihiştibû û bi îhtîmam wezîfeyên xwe bi cih dianîn.”

Serokê CÎK´ê Hafiz Turhalli jî got, “Ji bo ku zarokên Kurdan neyên kuştin, ew 35 salan têkoşiya, 5 pîvanên şehadetê hene û heval Xoce ev 35 sal in ev her 5 pîvan bi cih dianîn. Ji ber wê jî em dibêjin ew şehîd e.”    

Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyan ên li Elmanyayê (KON-MED) jî ji bo Omer Ceger peyameke sersaxiyê ji malbata wî, hevrêyên wî û Kurdistaniyan re weşand.

Piştî ferz û wecîbeyên dînî, qurnefîl danîn ser darbesta cenazeyê Xoce Amed li ser û piştre jî cenaze ji bo ku bê veşartin şandin Bakurê Kurdistanê.