Şervanê YPG’ê yê Fransî William berî çend mehan tevlî YPG’ê bû û di nava YPG’ê de navê Roj wergirtiye. Roj destnîşan dike ku şerê li Rojava diqewime ne tenê ji bo welatiyên Rojava ye heman demê ji bo gelên Ewrûpî ye jî.

Şervanê YPG’ê William ê 45 salî ew sê mehe tevlî YPG’ê bûye. Her wiha berî tevlî YPG’ê bibe şêwirmendê ragihandinê bû.

Roj pirsa ‘çima te dev ji her tiştî berda û tevlî YPG’ê bûyî’ wiha dibersivîne: “Gelek welatiyên Fransa û mirov dikare bêje zêdetirî hezar kesî tevlî DAIŞ‘ê bûne.  Lê ev nayê wê wateyê ev kesane nûnertiya Fransa û bîrdoziya Fransa dikin. Ji ber wê ez fikrîm ku pêwîste hinek kes tevlî YPG’ê bibin, ji bo alikariya miletekî li ser rêya rast bin. Her wiha Roj diyar dike ku gellek ne serwext bû li ser YPG’ê, zêdetir hovitiya DAIŞ‘ê a li Rojava pêkdianî, bihîsti bû û wiha pê de diçe: “Bi taybet li ser Rojava zêde agahiyên me tinebûn, lê li ser Kobanê û li ser Pêşmergeyan me hin tişt dibihîstin. Hinek agahiyên kêm li ser YPG û YPJ’ê hebûn. Lê li ser DAIŞ û ew tiştên li Sûriyê diqewimîn, me gelek tişt dibihîstin. Herwiha li ser siyaseta vir û lîstikvanên siyaseta vir zêde agahiyên me tinebûn.”


‘Piştevaniya yên mafdar dikim’

Şervanê YPG’ê Roj bi lêv dike ku di rastiya xwe de ev şer ne şereke tenê xelkê vir eleqedar dike, her wiha xelkê Ewrûpa jî eleqedar dike û wiha diaxive: “Ji ber heman kesên li Sûriye û Iraqê jin û zarokan dikujin, heman kesin li Ewrûpa jî êrişî xelkê dikin û dikujin. DAIŞ li seranserî Ewrûpa heman pirsgirêke û evder jî beşek ji çareseriyê ye. Ji ber wê yekê min biryar da bêm vir. Her wiha ji ber ez di wê baweriyê de me divê hinek kesên Fransî jî werin vir û bi gelê Kurd re bin; ji ber bîr, bîrdozî û demokrasiyek me ya wekhev li ser bingehê wekheviya jin û mêr heye. Ev şerekî bedew e û em bi başî piştevaniya wan bikin.”


‘Xaka Kurdan dewlemend e’

Wekî din Roj vedibêje ku agajiya berê berxwedana Kobanê û Şengalê tunebû û di serî de xwestiye biçe Şengalê li wê derê hemberê DAIŞ’ê bitêkoşe.

Roj bi bîr dixe ku xaka Kurdistana pir dewlemend e lê ji ber şer û dagirkeran welatiyên wî nikarin ji dewlemendiya wî sûd wergirin û wiha dibêje: “Qasî ez dibînim xaka Rojava di warê petrol û çandiniyê de pir dewlemend e. Bi dîtina min divê welatiyên li vir bi xaka xwe ve girêdayî bin û şer bi dawî bibe. Ez di wê baweriyê de me ji bo Kurdan cihekî pir baş e. Tişta min bandor dike; her der xirabe ye û ev yek asayi ye. Bi taybet bajarokê Serêkaniyê jinû ve tê avakirin. Bajar herku diçe paqijtir dibe, diguhere û ber bi rewşa xwe ya berê ve diçe û ev gelek baş e.”

 

‘Ê ku tevlî DAIŞ’ê dibin, poşman dibin’

Roj pirsa “ Gelo ji ber çi hinek kes ji Fransa, Almanya, Îtalya û praniya welatên Ewrûpa tevlî nava DAIŞ‘ê dibin.?” wiha dibersivîne: “Ez bawer im kesên tevlî DAIŞ‘ê dibin kesên ciwan in. Dibe ku kêm xwenda bin û bi propagandayê tên jehrî kirin. He wiha dibe pirsgirêkên wan ên nasnameyê hebin. Nizanim dibe ku ehmeq bin. Ez bawerim piraniya ciwanên ji Ewrûpa tên û tevlî DAIŞ‘ê dibin poşman dibin, lê nikarin ji nav wan birevin.”

Şervanê YPG’ê Roj radiginîne ku şervanên YPG’ê/YPJ’ê her tim kêfxweş in û ji bo fikir û ramanên cuda re jî vekirîne û wiha pêde diçe: “Beriya her tiştî keyfa wan hertim xweş e, ev tiştekî başe û moralê wan pir bilind e. Herwiha li beramber biyaniyan gelek mêvanperwer in. Gelek rêzdar in û di mejî de gelek vekirîne. Bîr, nêrîn û olên cuda dipejirînin. Li gor min ev tiştekî gelek baş e. Ez bi dilgermî hatime pêşwazî kirin.”


‘Evder Ewropayê jî eleqedar dike’

Roj dibêje ku di nêrînên welatiyên Ewrûpî  de li hember şerê Rojava kêmasî û şaşîti heye. Nêrînên welatiyên Ewrûpî bi vî rengî bi lêv dike: “Ewrûpa xelk dibêjin ev ne pirsgirêka me ye, gelek ji me dûre. Zêde bala xwe nadin vir; lewma çapemenî gelek girîng e. Yên ku ezmûnên wan heyî û bê jin û zarok in, divê tevlî YPG’ê bibin û li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Ji ber ev şerek pîroz e û bi wan ve jî girêdayiye. Encama tiştên ku li vir diqewimin rasterast bi jiyana me ya li Ewrûpa ve jî girêdayiye.


MİHEMED ORHAN/ROJNEWS/SERÊKANİYÊ