Çalakgera rojiya mirinê: Kesên bawer dikin em ê bi ser kevin, dikarin xwe bigihînin me û em mohleteke baş didin wan. Heger ew werin, em ê nemirin, lê wexta neyên em ê bi awayekî fizîkî bimirin. Em tenê xwe bi av û baweriyê xwedî dikin. Lê dizanim, ew ê werin.
Ardil Çeşme li Hepsa Jinan a Gebzeyê di rojiya mirinê de ye û wê bersiva pirsên rojnamevana girtî Meltem Oktay da. Wê got, ew tenê bi avê û baweriyê xwe xwedî dikin û wiha peyivî: “Berxwedan, ne destûrgirtina ji kesên te tine dike ye; li hemberî wan tîksekinandina mirov e.”
Li Girtîgeha Jinan ya Gebzeyê Ardil Çeşme ev 25 sal in ku girtî ye. Wê di 30’yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, veguherand rojiya mirinê. Rojnamevan Meltem Oktay a ku bi Ardil Çeşme re di heman qawîşê de ragirtiye, der barê tecrîd, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de pê re sohbet kir.
Piştî greva birçîbûnê ku ku niha 6 meh temam kirin, we dest bi rojiya mirinê kir. Daxwaza wê çi ye?
Ji Mijdara 2018’an ve grev didome. Daxwaza grevê çi be ya rojiya mirinê jî ew e. Tecrîda mutleq, ne tecrîdeke ji rêzê ye; NATO û dewletên girêdayî wê naxwazin modela Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk a Birêz Ocalan pêk bê. Çimkî ev pergal li Rojavayê pêk hat. Tevî hemû êrişên wan jî ev pêk hat û belav dibe. Li vir, gel bi hev re şer nakin. Li cihekî şer lê tine be kedxwarî û çewisandin tine ye. Di vê pergalê de cihê hebûna dewletên kapîtalîst tine ye. Pirsgirêk ev e. Bi mayîndekirina tecrîdê dixwazin di ser Tirkiyeyê re pergala Rojava tine bikin. Wexta em dibêjin bila tecrîd bi dawî bibe, em baweriya xwe bi jiyana ku gel bi awayekî azad bijîn, kes penaber nebe, kes neyê tacîzkirin, tiştek bi zarokan neyê, heywan neyên jehrîkirin, santralên nukleerî xwezayê jehrî nekin û wekî din dikin. Lewma wexta em tecrîdê bişikînin em ê li ser vê pergalê hûr bibin. Dewlet bi polîtîkaya înkar û îmhayê ya li ser gelê Kurd gelên Tirkiyeyê xistiye rewşeke pirr xirab. Ji bo vê divê tecrîd bê şikandin. Wexta tecrîd bê rûxandin, aştî wê bê vî welatî. Daxwaza me pirr zelal e, divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin.
Ez weke rojnamevanekê di nav we de me û dibînim ku hûn çi qasî cidî ne. Tu dixwazî ji bo kesên guhnedêr çi bibêjî, ji bo tev bigerin?
Em li dijî înkarkirina gelekî, ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ketine rojiya mirinê. Ne ku kesên guhnedêr hay ji vê tine ne, bila kes xwe mexapîne. Dizanin û xwe li bêdengiyê datînin. Dibin hevkarê vê cinayeta li ser Kurdan. Yên bêdeng dimînin ev in. Yên tên bêdengkirin jî ev in. Niha ev dîmen hatine parvekirin û êdî nikarin vê rastiyê veşêrin. Lewma mecbûr dimînin qebûl dikin. Bangawaziya me ew e ku em bi hev re bijîn.
Rojiya mirin, dibe ku bibe cihê encamên pir cidî. Herî dawî di 1982’yan de li Girtîgeha Amedê rojiya mirinê pêk hat. Divê ji niha û pê ve çi bê kirin?
Dibe ku di vê çalakiyê de mirin rû bide. Em hay ji vê hene û me dest pê kir. Pêvajoyeke pirr zehmet e. Mesele wijdanê civakî yê mirovahiyê ye, hişyarbûna hiş e. Kesên xwe li bêdengiyê datînin, ji civakbûyînê dûr ketine, ji mirovbûnê ketine. Em li ku derê dibin bila bibin, kesên niha nabin dengê vê çalakiyê, di tenêtiya xwe de har bûne. Em ê bi ser kevin. Kesên bawer dikin em ê bi ser kevin û ji bo kenî soz didin, dikarin xwe bigihînin me û em mohleteke baş didin wan. Heger ew werin, em ê nemirin, lê wexta neyên em ê bi awayekî fizîkî bimirin. Em tenê xwe bi av û baweriyê xwedî dikin. Lê dizanim, ew ê werin.
Di van 25 salê di hepsê de xeyala te ya herî mezin çi ye, çi bû?
Ev 25 sal in di zindanê de me, tu dibê qey henek e, lê rast e. Niha em di çalakiyekê de ne. Du encam hene; piştî bi 5 salan cezayê min diqede. Wê rojê ez ê li vir bim yan na, nizanim. Ez ji wan hevrêyan tenê yek im ku bi salan e em bi hev re dimeşin û didin pêyî heman xeyalê. Dixwazim li welatê xwe bi awayekî azad, bi her kesên dixwazin bimere bijîn, bi Serok re, bi gelê xwe re bijîm û li jiyaneke ji goristan û girtîgehan safî.
Piştî we dest bi çalakiyê kir, şert û mercên li hepsê çawa guherîn?
Li zindanan şert û merc giran dibin. Personelên li girtîgehan endamên AKP-MHP’ê ne û tim li pey provakasyonan in. Ji bo em bimirin, dua dikin. Kesên ji bo mirina me destê wan vekirîne, ji bo kuştinê nasekinin. Em bi berxwedanê jiyan û em niha dijîn. Berxwedan, ne destûrgirtina ji kesên te tine dike ye; li hemberî wan tîksekinandina mirov e. Divê mirov wêrek be ku hay ji weziyeta wan hebe. Ji bo dîtina ketina wan divê mirov wêrek be. Ji bo berxwedanê wêrekî divê.
Di sala 1982’yan de Kemal, Hayrî, Alî û Akîf gotibûn ew deyndarê vî gelî ne û ji bo vî deynî bidin, bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin. Em jî dibêjin, hîna jî em dikarin li ber xwe bidin û hêza me ya berxwedanê heye. Li ber xwe bidin da hûn bi ser kevin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Jiyaneke tim berxwedan
Ardil Çeşme sala 1973’an li navçeya Amedê Licê ji dayik bûye. Sala 1975’an, piştî erdheja Licê bi malbatî koçberî Amedê dibin. Ew ji bo xwe dibêje, “Ez bi tilîliyen li Amedê, qedexe û berxwedanên li Amedê, dewlemedî û xizaniyên li Amedê fêrî jiyanê bûm. Ez bi berxwedan, xizanî, dewlemendî û qedexeyên Amedê hînî jiyanê bûm.” Di dema darbeya eskerî ya 80’yî de wê dest bi dibistanê kiriye. Wê sala 1986’an çalakiyên greva birçîbûnê yên li derve dîtin. Yanî ew di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de mezin dibe; ji qewlê wê ve: “Tu dibê qey tim hebû.” Ew sala 1993’yan tevlî nav refên gerîla dibe û sala 94’an tê girtin. Cezayê muebetê lî hatiye birrîn. Ji bo mana xwe ya di hepsê de ew dibêje, “Em hem dibin şahidê dîrokê hem jî rê li ber dîrokê dixin.”