Dîmenê suretekî  ji ber çavên min naçû û neçû…
Suretek bû ew jî…wekî gellek suretan tev î tev de suretek.
Wekî hemû sûretan  ew suret jî bi mîxekî , bi dîwarekî ve hatibû hilawistin. Her ku ji polê derdiketim der,  gava di wê hola teng re dibiburîm; awirên min bêyî  min diketin sûret. Suret ji hemû sûretên  li rex hevdu ne kêmî hev nizm,  ne zêdeyî hev bilind ên bi dîwarê rengzere ve;  her ku çavên min bi xwe dixist, sorê suret dikir ku hêsrên xwînî  biherikin ji suretên çavên min:
Erda suret sor bû. ..Sorekî sor î sore. ..Di nava wê sorahiya xwînê de siltenekî simbêlboq li ser hespekê, rişmê hespê di destê wî yê çepê de, di yê rastê de şûrekî dirêj, kevanî, sertûj… qure qurre bi qapanî li sorahiyê dinerî…
Min bi tirseke zarokane dinerî, wî bi serbilindiyeke rûmetdarane dimeyzand li sorê li erda suret vedayî.
Sorê ku siltan lê dinerî sorê xwînê bû.
 Xwîn sor bû jixwe, û sor xwîn bû.
Û, sorê di wêneyî de sor;  xwîna ku di şerekî  de ji birînên mirî û birînadaran herikî bû…
Min li sorê xwînê dinerî mat mat; siltan li sawera heyv û stêra di nava sorahiyê de zer î zere…
Heyv û stêrê zer zer, zêrîn zêrîn dibiriqandin di nava sorahiya xwînê de. Xemleke din didan sorê di wêneyî de: Sorê wêne xwîn bû! Xwîn sor bû jixwe. Û jixwe; sorê xwînê, sorê ku di binê heyveronê de dibû alek û li axa welatekî pertew pertew vedida, sorê ku sorahiya xwe ji xwîna li ser vê xakê herikî bû, werdigirt û xwînesor sor sor  digiha keviya bahran!
Wêne, wêneyê di nava wêneyê mezinên qewmekî serdest de wêneyek,  li hola dibisteke seretayî a di nava qewmekî din de,  ji ser dîwar ev peyam dida: ‘Ev xak bi xwîna me hatiye avdan’!
Xak hê jî tê avdan. ..Bi xwînê…
Vê qanê ne bi xwîna xwe; bi xwîna ku 80 sal e rijandin û hê jî dirijînin.
Vê qanê ne bi şûr û rim û tîr û kavan; bi çekên ku li kuştina mirovan nehatine hêçandin dikujin, dikujin, dikujin…
Û her ku dikujin, xwîn diherike.
Û ew, ji rijîn û herîkîna xwînê têr nabin!
Xwîn ketiye çavên wan, xwîn!
Xwinî ne ew!
Ew xwîniyê qewmekî ne:
Nankor, çavsor, dest bi xwîn!