Müftüoğlu diyar kir ku li gorî WHO û ILO di her salekê de li gelempriya cîhanê 250 milyon qezayên kar rû didin, rojane 5 kes jiyana xwe ji dest didin û got; “ Li Tirkiyeyê jî di her saetek a kar de 32 qeza rû didin, di her 80 deqeyan de jî karker nema êdî dikare kar bike, di her 2 saet û 40 deqeyan de jî karkere di qezayan de dimire.”
Li gorî agahiyên Muftuogluyê dane, di meha borî de 57 kesan di qezayên kar de iyana xwe ji dest dan û hezar û 975 karker jî birîndar bûn. Ji meha tîrmehê ve her meh, herî kêm 55 karker di qezayên kar de dimirin. Di van 5 mehên dawiyê de 400-450 karker di qezayên kar de mirin.
STENBOL