
Ji bo ku rê li ber fermanan bê girtin û 3’ê Tebaxê dubara nebe, roj bi roj gelê Êzidî xwe bi rêxistin dike û parastina xwe mezin dike. Ji bo rizgarkirin û parastina xaka Şengalê, Şengaliyan hêza xwe ya YBŞ û YJŞ ava kirin. Piştî rizgarkirina gelek gund û bajarokan, ji aliyê YBŞ, YJŞ’ê ve Asayîşa Êzîdxanê hat avakirin. Ji bo ku parastina civakê li gund û bajarokan bike. Ji bo parastina xaka Şengalê ya ku maye di destê çeteyan de, Êzîdiyên di nav YBŞ û YJŞ’ê de berê xwe didin eniyên şer. Bi wê armancê pêr nuqteyek kontrolê ya ku di destê YBŞ‘ê de bû li navbera bajarokê Sinûn û Xansesorê radestî Asayîşa Êzîdxanê hat kirin.
ŞENGAL