Pirtûka ″Ewraqên Kurdistanî″ 90 kesayetên Kurd dide nasîn. Ev 90 kesayetên rewşenbîr ên Kurdistanê ne ku di dîrokê de bi roleke girîng rabûne û çanda Kurdî parastine.
Rojnamevanê edîtor ê rojnameya Ronahî û Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, Ebdulrehman Mihemed ev pirtûk nivîsandiye. Kesên ku bixwazin kesayetên rewşenbîr ên wekî şehîd Mihemed Helaq, Bûka Kurdistanê Leyla Qasim, helbestvan Seydayê Keleş, helbestvan Dilşad Mirêwanî û xwediyê yekem dibistana Kurdî li Rojava, Hemze Miksî nas bike, dikare li vê pirtûkê vegere.
Şoreşê jiyana wî guherî
Nivîskar Ebdulrehman Mihemed ji bajarê Qamişlo ye, di sala 1965′an de jidayîk bûye. Dibistanên seretayî û navîn li gundewarên bajêr xwendin, dibistana amadeyî jî li bajar xwend. Piştre ji ber rewşa malbatî tevî hezkirina xwe ya ji xwendin û nivîsandinê re, xwendina xwe terikand û ji bo destekdayîna malbatê, çandinî û karên din kirin.
Piştî demeke dirêj, Ebdulrehman dîsa hobiya xwe ya nivîsandinê pêk anî û pirtûkek li ser kesayetên rewşenbîr nivîsand. Ebdulreheman wiha axivî: ″Min agahiyên li ser 90 kesayetên rewşenbîr ji jêderên cûda kom kirin û derbarê wan de pirtûkek nivîsand.″
Ebdulreman diyar kir ku wî sala 1985′an dest bi nivîsandinê kir û yekem helbest sala 1994′an nivîsand. Ev helbest yekem helbest e ku rojnameya Tişrîn weşandiye.
Ebdulrehman di navbera salên 1999 û 2011′an de ji ber rewşa jiyanî, ji nivîsandinê dûr ket. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jî jiyana wî guherî û beşdarî xebatên rojnameya Ronahî bû. Niha jî Ebdulrehman kurte çîrokekê û helbesteke bi navê ″Eşqa aloziya qedexekirî″ dinivîse.
QAMIŞLO