LUQMAN GULDIVÊ NAVENDA NÛÇEYAN “Bêdengiya li Bakur bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê şikest û em derbasî Kurdistanê dibin. Ango ez bi 5 bûyeran demê tînim heta bi 1978´an. Hingê jî ji wir heta bi îro em tên”

Pirtûka Faruk Sakik a bi navê “Ewroj, 60 bûyer ji dîroka nêz” Weşanxaneya Mezopotamya der çû û yek ji kêm berheman e ku ji serdegirtina polîsê Elman a li dijî weşanxaneyê filitî. Dihat hesabkirin ku pirtûk Sibata 2018´an bê weşandin lê di serdegirtina polîs a Adarê de ew çapa pirtûkê hat desteserkirin ji ber wê jî belavkirina pirtûkê dereng ket. Ev pirtûk jî yekane pirtûk e ku bi vî halê xwe jî karî ji serdegirtina polîsên Elman xilas bibe.

Bi her halî, Abdullah Bilen ku demekê ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) xebitî, bi karê redaksiyona pirtûkê rabû, û redaksiyona duyem jî Mehmet Çakmak ji weşanxaneya Aram li Amedê kir. Berg û grafîk jî di pirtûkê de karê Rizgan Gerdenzerî ne. Pirtûka ji 480 rûpelan her 60 bûyeran bi wêneyekî ku temsîla bûyerê dike, dide.

Sakik pirtûk di encama xebata xwe ya bernameçêkeriya di televizyonên Kurdî de amade kir û dibêje, armanca wî ew bû ku ev belge ne tenê di arşîva vîdeoyan de bimînin û li arşîva nivîskî ya Kurdan bên zêdekirin. Me bi nivîskar û hevpîşeyê xwe Faruk Sakik re li ser pirtûka wî sohbetek kir.

Ji bo çi cenabê te pirtûkeke bi vî rengî pêwîst dît, çima 60 bûyer û çima navê Ewroj?

Ez pêşî bersiva meseleya nav bidim. Dema ku min di televizyonê (Roj TV û Stêrk TV) de bernameya xwe (Arşîv) çêdikir; me bername û bûyerên tercîhkirî rastî salvegera wan dianîn. Ango rastî wê rojê tê, ji ber wê jî navê Ewroj bû tercîhek. Dema ku min dest bi dosyayê jî dikir, ka wê rojê çi bû, çi qewimî min rave dikir.

Heger em bipirsin, çima pirtûk? Ez bibêjim; armanc ew bû ku ev bûyer tenê di vîdeoyan de nemînin, nivîskî jî derbasî arşîva Kurdan bibin, ji bo wê jî bi min pêwîst bû ku ez binivîsim. Bi vê armancê min dest bi nivîsandina pirtûkê kir.

Weke teknîk, di bernameyê de para bêhtir şahidî derdiketin pêş, di pirtûkê de jî ev şahidî li pêş in…

Weke teknîk jî bibêjim, min li hemû roportajan ji nû ve guhdarî kir û nivîsî. Şahid, mexdûr, kesên ku li ser wan bûyeran lêkolînkirî, yan jî pisporê mijarê hene; ez bi wan kesan re axivîm. Bûyer bi Doza 49´an dest pê dikin. Ez bi wan kesan re ku ji Doza 49´an de hatin dadgehkirin û hîna sax in, peyivîm. Bi heman rengî bi hin kesan re ku li ser heman dozê nivîsîbûn, me hevpeyvîn bi wan re kirin. Paşê mijara TÎP´ê (Partiya Karker a Tirkiyeyê) û bi van mijaran me destpêkeke da ber xwe, heta bêdengî li Kurdistanê dişike. Jixwe di pêşeka pirtûkê de ez dibêjim, piştî serhildanên Kurdistanê, demeke dirêj bêdengî hebû. Xwendekarên ku li Stenbolê bûn, ên ku wê biketana ber doza 49´an, xwest vê bêdengiyê bişikînin. Piştî dozê ji nû ve bêdengiyekê xwe li Kurdistanê rapêça; lê di nava vê bêdengiyê de di warê tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê de hin pêşketinan xwe da der. Bûyera Deniz Gezmîş, 1´ê Gulana 1977´an, Komkujiya Mereşê.

Bêdengiya li Bakur bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê şikest û em derbasî Kurdistanê dibin. Ango ez bi 5 bûyeran demê tînim heta bi 1978´an. Hingê jî ji wir heta bi îro em tên; damezrandina PKK´ê, darbeya eskerî, Berxwedana Zindana Amedê, damezrandina Akademiya Mahsum Korkmaz, 15´ê Tebaxê, Enfal, Helebce, kuştina Esad Oktay Yildiran, bûyera Yeşilyurt a li Cinêbir, me ev bûyeran yek bi yek nivîsîn.

Cenabê te heta bi rêveberiyên xweser ên sala 2015´an tê û li wir diqedînî, çima 60 bûyer û ne hindiktir yan jî ne zêdetir?

Bername wisa bû, em bibêjin, roj dihat, salvegera Enfalê nêzîk dibû, hingê min li ser lêkolîn dikir û dosyayek min amade dikir. Ev 60 bûyer bi vî rengî bûn. Ya rastî destpêkê me gotibû em navê pirtûkê bikin, 66 sal û 66 bûyer, lê ji ber ku hejmara 66 li Başûr xweş nayê dîtin, min 6 bûyer li bûyerên din belav kirin. Mesela şehadeta Hakî Karer, min di nav dosyaya PKK´ê de bi cîh kir, tevî ku di bernameyê de min ew ji hev cihê kiribûn dosya.

Te behsa bûyerên Başûrê Kurdistanê jî kiriye, lê gelo bûyerên Rojhilat û Rojava jî hene di Ewroj de?

Belê çawa, Komkujiya Sine, îdamkirina Ferzad Kemanger, Qetilkirina Qasimlo, Bûyera Mykonos ango qetilkirina Şerefkendî hene. Li Rojava, Şoreşa Rojava heye, Komkujî û Serhildana Qamişloyê hene û çend bûyerên din jî hene.

Gelo xwînerên pirtûkê rexneyên xwe erênî û neerênî ji te re gotin?

Ev pirtûkek e ku mirov ne ku hema 480 rûpelên wê û 60 bûyerên wê bide ber xwe û bixwîne. Ev pirtûkeke dîrok, agahî û bîrê ye. Dema ku min di bernameyê de pêşkêşiya bûyerê dikir, min digot, ji bo ku neyê jibîrkirin, me ji arşîvê li bûyerê koliya. Bi vî rengî rûpel çû ber destê xwîneran û her wiha hevpîşeyên min. Mesela bûyerek bala wan dikişîne radibin wê dixwînin. Mesela Newala Qesaban bala wan kişandiye û xwendine. Bi vî awayî gelek hevalan ew xwendiye. Çend bûyer xwendine. Min da Medenî Ferho, Mazhar Gunbat û hevpîşeyên xwe yên li vir (stutyoya Stêrk TV), wan pirtûkeke bi vî rengî baş nirxand, pêwîst nirxand. Yên xwendî pê kêf xweş bûn ku ev yekem pirtûk e ku li ser dîroka nêz bi vî rengî hatiye nivîsandin. Kronolojiyeke bi vî rengî û lêkolîna bûyeran bi vî rengî, berê nehatiye kirin.

Zehmetiya karê wergerê

Ji ber ku gelek şahid û belgeyên li ser bûyerên li Bakurê Kurdistanê bi Tirkî bûn, wergera ber bi Kurmanciyê ve jî bûye karekî zehmet ji bo nivîskar û ew bi van mînakan behsa vê yekê dike:

Ez ji te re bibêjim, li ser Zindana Diyarbekir, me bi (Mustafa) Karasu re roportaj kiriye. Ew şahidê demê ye. Roportaj bi Tirkî ye. Gelek kesan wisa kiriye. Belge jî bi Tirkî ne. Mesela li ser bûyera Yeşîlyurt, a Cinêbir, belkî pirtûkek hatibe nivîsandin, lê bi Tirkî ye. Li ser heman bûyerê min bi Hasîp Kaplan re hevpeyvîn kir, ew parêzerê dozê bû. Ew jî bi Tirkî axivî, min ew jî wergerand. Min got, ka ji kerema xwe bi Kurdî bersivê bide; wî got, de na lo, ez ê bi Tirkî bipeyivim tu wê wergerînî. Ji bo heman bûyerê bi Celal Başlangiç re jî peyivîm. Ew yekem rojnamevan bû ku çûbû cihê bûyerê, ew jî bi Tirkî bû.

Projeyên ji bo siberojê

Faruk Sakik ê ku niha li ser romanekê dixebite, ku wê bi şahidiya kesekî behsa Koma Apociyan dike ku xwe disipêre hevpeyvînên Sakik bi xwe kirî û bi çavê lehengê xwe yê bêjer wê şahidiyê li Koma Apociyan bike. Piştî qedandina vî karê, Sakik karekî din ê arşîvê daye ber xwe û li ser vê projeyê van agahiyan parve dike:

“Min Ewroj bi Berxwedana Xweseriyê bi dawî kir. Bi bûyera 49´an jî dabû destpêkirin. Êdî, ez ê ji Peymana Sevresê dest pê bikim, belkî jî ji Konferansa Erziromê. Ji hingê heta bi Doza 49´an ez ê bêm. Ev proje li ber min e. Berê min dixwest herduyan weke yek pirtûk amade bikim, lê min dît ew ê ji çarçoveya pirtûkê bibihure. Ji ber wê min pêşî Ewroj derxist û eva din jî wê bûyerên beriya wê deyne berxwe. Lozan, Koçgirî, Şêx Seîd, Dêrsim, Berzencî, Mehabad û bûyerên hanê wê tê de cihê xwe bigirin.”