ARGEŞ KEHNÎHEJÎRÎ


Li ser dikên li bajarên Ewrûpa yên cihê, 3 xortên dildarê muzîka Kurdî zend û bend vemalîne ku muzîka Kurdî bi Ewrûpiyan bidin nasîn. Xalid, Alan û Azad ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û bi koma xwe, ´Pêl´ê, stran û awazên Kurdî bi şêweyekî nûjen tînîn pêşberî hezkiriyên xwe. Her sê xortên navbirî niha li Elmanyayê bi cih bûne, û li her çalakiya ku beşdarî dibin li gel muzîka xwe, serpêhatî û şoreşa gelê xwe ji guhdarên xwe re vedibêjin. Di nav çalakiyên beşdarbûyî de ji Festîvala Fête de la Musique, Papagei, Das neue wir, ta pîrozbahiyên Newrozê yên li gelek bajarên Ewrûpayê hene. 

Li ser navê koma Pêl, Azad Pola li ser serpêhatiya armanc û hewldanên koma xwe axivî û got, “Ji bo me muzîk di wateye hezkirin, aşîtî, azadî û diyaloga di nava gel û zimanan de ye. Lewma em pîroz dihesibînin û bi rêya vê pîrozweriyê mirov dikare şerekî bimeşîne lê belê şerê lihevhatin, hevqebûlkirinê. Bi têsîrdayîna vî şerî mirov dikare miletên din ji karesat û êşên gelê xwe haydar bike ku ev yek bibe piştgiriyeke li civaka me.”


Pêşî Tîmaf dûv re Pêl

Azad li ser damezrandina koma Pêl axivî û diyar kir ku pêşî di bin sîwana komeleyekê de gihane hev û got: “Di dawiya 2014’an de em nêzî 50 xort û keçên Rojavayê Kurdistanê me weke komeleyeke rewşenbîrî li Hewlêrê  ‘Tîmaf’ ava kir. Di nav me de dengbêj, helbestvan, şanoger, şêwekar û muzîkvan jî hebûn. Her rojên înê me şevbêrkên hunerî di bin sîwana komeleya xwe de li dar dixistin. Lê ji ber şert û mercên wê demê piştî 3 mehan karê Tîmaf rawestiya û me 6 ciwanên di nava Tîmafê de xwe da hev û grupa Pêl ava kir. Pêl di destpêka  2015’an de li Hewlêrê bi ked û xwêhdana Azad Pola, Alan Feysal, Xalid Suliman, Cûdî Cûma, Roger Fatimê û Xebat Domer hat avakirin. Çalakî, konser û bernameyên me bi awakî rojane hebûn û di demeke kurt de me xwe gihand gelek xwecihiyên Başûr ku muzikên me li rastî elaqeyeke mezin dihat. Di encama vê elaqeyê de em beşdarî gelek bernameyên televîzyonên Kurdî û Erebî bûn. Bêguman me xwe ji kampên penaberan ên li Başûr jî kêm nehişt û carinan me konser li kampên penaberan li dar dixistin. Piştî çend mehan em 3 kes Azad Pola, Xalid Suliman û Alan Feysal ji Başûr derketin û me berê xwe da Ewrûpayê, em li Elmanyayê bi cih bûn û niha em karên xwe bi 3 kesan didomînin. Ji ber ku em hatin welatekî nû û nav miletekî din, me armanca xwe kire ew ku, em muzîka Kurdî li nava gelê Elman belavtir bikin.” 


Hewldana me ji bo gihandina peyamên şervanên me ye jî

Li ser şêweya jenandina muzîka xwe, Azad îşaret kir bi hewldanên aranjekirina bi awayekî nûjen stranên Kurdî yên gelerî û got, “Şeweya jenandina muzika Kurdî a gelerî em bi awayekî nûjen pêşkêş dikin. Vê yekê jî kir ku guhdarên me yên Elman çêbin û her ku diçe hejmar û elaqeya wan zêdetir bibe. Jixwe, vexwendina me ya ji bo festîval û konserên Elmanan jî bi vê nasîna me re zêde dibe. Divê ez bînim ziman ku dikên konserê ji bo me ne tenê cihê jenandina muzîkê ne, di heman demê de, em derfetê dibînin ku bi awayekî zelal peyamên gelê xwe û şervanên xwe yên li dijî terorê şer dikin, ragihînin. 

Heta niha yan jî di nav salek û nîvê de em beşdarî ji 60’î zêdetirî konser û festîvalên cihê bûne. Di nava vê hejmarê de xebatên li gel berbirsên siyasî yên Ewrûpî, çalakî û şahiyên Kurdan jî hene. 


Ji bo albûma yekemîn dixebitin

Azad li ser pirsgirêkên aborî jî axivî û got, hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan didomin û wiha pê de çû: “Pirraniya stranên ku em dibêjin yên berî niha ji aliyê gelek hunermendên me ve hatine xwendin, lê belê stranên me yên taybet jî hene. Mixabin ji ber pirsgirêkên aborî heta niha me nekariye em wan tomar bikin, lê bêguman hewldanên me yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî hene û didomin ku em dilxwaz in albuma xwe ya yekemîn bigihînin hezkiriyên xwe.”


Muzîk şerê lihevhatinê ye

Li ser qedrê muzîkê jî Azad anî zimên ku ji bo wan muzîk hezkirin e û got, “Ji bo me muzîk di wateye hezkirin, aştî, azadî û diyaloga di nava gel û zimanan de ye. Lewma em wiha difikirin ku mirovekî ji muzîkê cida bûbe ew nikare xwe bigihîne çêja hezkirinê. Lewma di serî de ji bo me muzîk pîroz e. Bi rêya vê pîrozweriyê mirov dikare şerekî bimeşîne lê belê şerê lihevhatin, hevqebûlkirinê. Bi têsîrdayîna vî şerî mirov dikare miletên din ji karesat û êşên gelê xwe haydar bike ku ev yek bibe piştgiriyeke li civaka me. Lewma em pê bawer in ku ev yek şoreşeke pirr hêja ye û ne kêmî têkoşînên çekdarî ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek serpêhatiyên gelê me bi saya serê şerê dengbêjan hatine roja me ya îro.”


Min xwest ez wan bajaran hembêz bikim

Azad diyar kir ku di meha 8’an a 2015’an ew û Xalid berê xwe didin rêyên ji bo Ewrûpa û got: “Lewma em ji Başûr derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Gava em derbas bûn çaxê ku pêvajoya aştiyê qediya bû. Li herêmên nêzî sînor şerên dijwar diqewimîn yanî riya me bi xeter bû. Rawestgehên me yên pêşî Şemzînan û Gever bûn. Li van herdu bajaran serhildan hebûn û li kolanan me hejmareke pirr a polîsan didît. Li ser diwarên kolanan silogan hatibûn nivîsîn weke ‘Bijî Rojava, bijî berxwedana Kobanê, YPG/J û hwd. Ez dikarim bibêjim ji kolana bêhna serhildanê difûrî. Her çendî ji bilî çend saetan pê ve em li wir neman jî, ev cara yekemîn bû ku ez diketim hesteke giran. Yanî ew bajarên ku tenê min di pirtûkan de li ser serhildanên wan hin tişt xwendibûn yan jî nûçeyên li ser wan di TV’yan de dîtibûn, ez li wir bûm û min bi çavên xwe didîtin. Min dixwest wan bajaran hembêz bikim û qet bernedim. Li gel vê hesteke xemgîn jî xwe li min vedabû. Ji ber ku ew bajar dihatin hilweşandin, xwezaya Kurdistanê dihate şewitandin. Rojek wê ji bo me jî were. Hingê dor wê bibe ya me û em ê li welêt vegerin. Piştî vê yekê em çûn Wanê û Rojekê em li wir man û me berê xwe da Izmîrê, û ji wir di riya avê re em gihîştin Yewnenîstanê û wisa bi Qaçaxî ta em gîhan Elmanyayê.”


Xalid, Alan û Azad Rojekê wê dor bibe ya me

Azad çîroka xwe û ya hevrêyên xwe jî vegot ku êş û jana wan jî ya çarenûsa Kurdan e û wiha pê de çû: “Berî qeyran li Sûriyeyê derkeve, ji Xalid û Alan ê jî Hesekê, Xalid li zanîngeha Laziqiyê beşa zimanê Ingilîzî dixwend û Alan jî li zaningeha Hesekê heman beş dixwend. Lê piştî  şer herdu neçar man xwendina xwe nîvco bihêlin û berê xwe bidin başûrê Kurdistanê.

Û ez ji bajarê Amûdê me. Lê ez Li paytexta Libnanê Beyrûtê dijîm û bi karê çand û hunerê Kurdî re mijûl dibûm, li gel Koma welatê Rojê. Di 2009’an de minê li zaningeha Beyrûtê rojnamevanî bixwenda, lê di heman salê de dema ku ez hatim Rojava, ez ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyeyê ve hatim girtin, sedem jî ew bû ku ez bêşdarî Newroz û şahiyên Kurdî li Lubnanê dibûm û min zarok fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dikirin. Piştî nêzî 2 mehan ji zindanê ez şandim lêşkeriya Rejîma Sûriyeyê. Heta 2011’an ez li wir mam. Piştî wê min xwe avêt Libnanê û dîsa li karûbarê hunerî vegeriyam lê di dawiyê de min jî ji ber hin sedeman xwe gihand Başûrê Kurdistanê.”


Xebatên Pêlê û siberoj

Derbarê xebaten koma Pêl de jî Azad axivî û dest nîşan kir ku ji bo gelek konseran hatine vexwendin. Azad got, “Festîval û konserên em başdar bûne weke Festîvala Fête de la Musique (21.06 2017 û 2016) li bajarê Hannover, ‘Das neue wir’ li bajarê Minden meha 2’yemîn a vê salê, Festîvala Ivana Hoffmann (17.06.2017) li bajarê Duisburg, ‘Papagei’ li bajarê Minden û em tevlî bernameyên pîrozbahiya Newrozê li bajarê Erfurt, Hannover, Bremerhaven bûne. Gelek xebatên cihê jî li pêşiya me ne. Weke mînak Festivala muzîka Rock a mezin li bajarê Minden (Weserlieder Festival) di 29. 07.2017, Festivaleke mezin di 02.09.2017´an li bajarê Duisburg û 30.09. 2017´an li bajarê Dortmund, û gelek çelakiyên din hene ku em beşdar dibin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ez bibêjim, em ê beşdarî şahiya sersala PYD´ê jî bibin ku li Swîsre di 08.10.2017’an de ye.