Bang li Yekitiya Ewropayê jî hat kirin ku di rewşeke wisa de PKK’ê ji lîsteya terorê derîne. Di danezana civînê de balkişandin ser hevdîtinên aştiyê yên di navbera PKK û hikûmeta Tirk de û hat diyarkirin ku derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê dê piştgiriyek mezin bide pêvajoyê. Hat diyar kirin ku ew wek rêxistinên Kurd yên li Danîmarkayê dixwazin bi wezîrê Karê Derve yê Danîmarkayê Martîn Lîndegaard re hevdîtinekê bikin. Di vê navberê de ji bo doza 10 kesên ku bi hinceta ji bo PKK’ê alîkarî berhevkirine doz li wan hatine vekirin jî bang hat kirin.
KOPENHAGEN