Kurdistanî û dostên wan, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Belçîka Brukselê doh meşiyan. Çalakgeran bang li saziyên Ewrûpayê kir ku li dijî tecrîdê êdî tiştekî bikin û bi erka xwe rabin.

Kurdistanî û dostên wan ên ji gelek welatên Ewrûpayê, danê sibehê li paytexta Belçîka Brukselê civiyan. Amadekaran diyar kir ku ji bajarên rojavayê Fransayê, bajarên eyaletên navîn ên Elmanyayê, ji Swîsre, Hollanda û gelek bajarên Belçîkayê Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûne. Çalakî ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ve hat lidarxistin.

Girseya gel ji bo piştgiriyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê li navenda bajêr civiyan û danê nîvro jî dest bi meşê kir.

Em bi berxwedêran re ne

Li pêşiya meşê pankarteke mezin a bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” hate hilgirtin û wêneyên Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan. Gelek parlamenter û hevşaredarên HDP’î yên li sirgûnê jî beşdarî meşê bûn.

KCDK-E’yê bang li welatên Ewrûpayê bi taybetî Konseya Ewrûpayê kir ku ji bo bicihanîna daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, zextê li Tirkiyeyê bikin.

Piştî meşê li meydana Schumanê ku avahiyên Komîsyona Ewrûpayê û Konseya Ewrûpayê lê ne, mîtîngek hat lidarxistin.

Serketin wê bibe a gelê me

Di mîtîngê de Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal peyivî û got, “Heta ku berxwedana berxwedêran encamê bi xwe re bîne, divê em çalakiyan xurttir bikin. Divê em bibin dengê çalakgeran”. Kartal xwest Konseya Ewrûpayê biryarê bistîne û zextê li Tirkiyeyê bibe, wê axaftina xwe bi gotinên “Serketin wê bibe a gelê me“.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasnbourgê Dîlek Ocalan jî bi telefonê peyivî û got, “Di vê qonaxê de bê dengê êdî nabe ku bê qebûlkirin. Divê gav bê avêtin. CPT´ê rûyê xwe yê kirêt nîşan da. Li ber êşkencê ranabe, bê deng ma. Divê em wan di bêdengiya wan de bifetisînin. Şikandina tecrîdê parastina azadiyê ye.”

 

ANF / BRIKSEL