Li hin welatên Ewrûpayê, ji dema pîvana germahiyê destpêkirî ve hîna Hezîran ev qasî germ nebûbû. Li gelek welatan rayedar nexasim kalûpîr, zarok û nexweşan hişyar dikin da ku hay ji xwe hebin, û nekin ku germ tesîrê li wan bike.
Pirraniya welatên Ewrûpayê ketin ber pêla hewaya germ, ji sibe û pê de germahî wê zêdetir bibe. Li Spanya germahî wê bibe 42 pileyên celcius. Li Elmanyayê jî piştî 72 salan wê Hezîran ev çend germ be. Li Fransa jî ezmûna qedandina dibistana navîn ku wê vê hefteyê bihata kirin, ji ber germahiyê hate taloqkirin.
Germ ji Efrîkayê tê
Ev germa hanê jî pêla hewaya germ e ku ji Çola Sehra ya Efrîkayê tê.
Li Elmanyayê piştî Hezîrana 1947’an, ku li Frankfûrê germahî bûbû 38,2 pile, tê gotin dibe ku vê Hezîranê germahî rekorê bişkîne û ji 38,2’yan jî bibihure.
Her wiha li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Spanyayê li herêma naverastê, başûr û rojhilatê bakur germ dibe ku bigihîje 40 pileyî.
2003’an li Ewrûpayê ji ber germa zêde 70 hezar kes miribûn. Tê payin ku vê hefteyê li Fransayê li herêmên naverastê û rojhilat germahî pirr zêde bibe û li gel Lyonê li gelek bajaran germahî bigihije 40 pileyî. Ji ber germahiya zêde, azmûna qedandina dibistana navîn ku vê Pêncşemê û Înê wê bihatana kirin jî taloqî 1 û 2’yê Tîrmehê bûn.
Li Ingilistanê tevî germê wê bahoz jî çêbin. Li Awusturyayê jî germahî wê bibe 37 pile û her wiha bahoz jî wê çêbe.
Li welatên Skandînavê jî ji îro ve germahiyê dest pê kir, li Danîmarka û Swêdê germahî wê bigihije 30 pîleyî.
FRANKFURT