
Gava min hefteya bihurî behsa parastina Rojava kir, di ser kevnewezîr û serokê berê yê partiya Sosyal demokrat a Elman (SPD) Sigmar Gabriel min îşaret bi durûtiya siyaseta li Ewrûpayê nexasim jî ya li Elmanyayê kiribû. Di nava vê hefteyê de di nava siyaseta Elmanyayê de xirecireke ne asayî hebû. Wezîra Bergiriyê ya Elman û seroka partiya desthilatê CDU´yê Annegret Kramp-Karenbauer (AKK) hîna nû bi awayekî eşkere got, "Endamê NATO´yê ye çi ye, em wê bidin aliyekî" û pêşniyaza "herêmeke parastinê" kir. Wê got, serokwezîr Merkel jî destekê dide vê pêşniyaza wê. Dîsa li gorî îdîaya wê, wê ev pêşniyaz bire civîna NATO´yê ya li Brukselê û pêncşemê bi endamên NATO´yê re ev yek minaqeşe kirin. Heta Artêşa Federal hin plan jî amade kirin. Li gorî vê 2500 esker wê ji bo vê herêma parastinê lazim bibin.
Baş e, wezîrê karê derve yê Elman çi kir? Beriya biçe serdana Tirkiyeyê, ne ji dil û bi dil be jî, êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir. Wezîr Heiko Maas ji SPD´yê, û weke rêûresma SPD´ê îsbat kir ku di siyaseta wê hikûmetê de ku SPD´ê beşek jê ye, exlaq nîne. Heta bi wê astê ku partiya lîberal jî hew xwe bigire û helwêsta hikûmetê li bin guhê erdê bixe.
Maas çû Tirkiyeyê û bi wezîrê karê derve yê Tirk ê ku bi dijminahiya xwe ya li dijî miletê Kurd hewl dide di hikûmeta Tirk de her hebe, dît. Piştre jî tevî wî derket pêşberî çapemeniyê û pêşniyaza wezîra hikûmeta xwe ya bergiriyê AKK´yê red kir, got, ne realîst e.
Gava mirov ji xwe re safik li meseleyê binihêre, mirov hew dizane wezîr ji kê re dişixule. Lê nexêr, mesele ne wisa ye. Ji salên 1998´an û vir ve ku SPD bû hikûmet û şirîkê hikûmetê ve, tevahiya serokwezîrên wê û serokên wê û wezîr û kizîrên wê yên di hikûmetên koalîsyonê de, ji bilî yek îstîsnaya demkurt, di heman demê de di rêveberiyên şirketên mezin ên Elman de bûn û ev şirket pirraniya caran jî îş bi Tirkiyeyê re jî dikin. Ji ber wê gelek caran, berjewendiyên van şirketan û bazara wan giştî ew didin pêşiya yên Elmanyayê bi xwe jî. Hikûmeta Elman dagirkirina Efrînê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kiribû, lê piştgiriya xwe jî ji wan kêm nekiribû. Heta modernkirina tankên wê jî ji pêşniyazên wezîrê hingê yê hikûmetê, Sigmar Gabriel bû.
Helbet berdêla siyasî ya giran a ku SPD´ê dide, dewam dike, her sala diçe li gorî dengên di hilbijartinên cihî, yên eyaletan û yên federal distîne, dike ku SPD´ê bibêje, sal bi sal xwezî bi par. Heta SPD´ê vî aqlê rêveberên şirketan ji ser xwe neavêje, rewşa wê wê baştir nebe, lê mixabin weke şirîkê hikûmetê, îro tesîrê li siyaseta Elmanyayê dike. Û ev tesîr jî bêhtir ew e ku siyaseteke berjewendiyan ya ku exlaq bi temamî tine dike.
Daxuyaniya Maas rastî rexneyên ji nava siyaseta Elman hat; siyasetvanê karê derve yê CDU´yê Norbert Röttgen ji Maas re got, ya te cihê şermê bû û wiha dewam kir: "Tirkiye dagirkeriyeke li dijî hiqûqa navneteweyî dike. Wezîrê Karê Derve yê Elman diçe Tirkiyeyê ji bo ku jê re bibêjin û ew jî qebûl bike ku herêmeke ewle ya navneteweyî ya bi wezîfeya NY´yê beramberî dagirkeriya Tirkiyeyê, ne fikreke baş e." Serokê partiya lîberal FDP´ê Christian Lindner jî got, “Hikûmeta federal di meseleya karên derve de dişibe pîneke mirîşkan û zirarê li berjewendiyên Elmanyayê dike. Serokwezîr divê rewşê zelal bike."
Ka wê rewş çawa bê zelalkirin em nizanin. Lê diyar e ku SPD´ê dîsa bi dewra xwe ya belavkirina siyaseta bêexlaq rabûye û wisa jî wê xwe bibe ber nemanê li Elmanyayê. Em binêrin ka hikûmeta Elman a mayî wê çawa helwêsta xwe diyar bike; gelo ew ê pişta dagirkeriyeke li dijî hiqûqa navneteweyî bigire, yan di wezîfeyeke NY´yê de israr bike?