Yek ji motîfên herî belav ê kirasên Kurmancî, kulîlkên reng biriqî li ser qumaşên zerê tarî ye. Ji bilî kirasan ev qumaş weke rûyî, doşek, lihêf û balgehan jî tê bikaranîn. Mirov dikare li gelek malên Kurdistanê di nava nivînan de rasta van rûyan bê. Em bi serpêhatiya wê baş nizanin lê markeya kirasên biha ya Îtalî Gucci ji van motîfan kirasek daye çêkirin û buhayê vî kirasî jî 890 euro ye. Muhtemel e ku dizaynkerekî markeya Gucci çûbe Kurdistanê û di nav nivînên bi van motîfan de li ser doşekên hirî xeweke xweş kiribe. Bi her halî, hevrîşm jî be, eyb kiriye ku vî buhayî li van motîfan bike, ku divê hem weke kiras û hem jî weke rûyê lihêf û doşekan li dinyayê belav bibin. NAVENDA NÛÇEYAN