Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, di roja 48. de li başûrê Girê Spî û Silûkê bi pêşveçûna hêzên YPG/YPJ'ê yên Cizîr û Kobanê dewam dike.
Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên Kantona Cizîrê pêr li bakurrojhilatê Eyn Îsa (Bozanî) derketine operasyonê û di encamê de embareke genim a li gundê Elî Beceliyê yê 8 km li bakurrojhilatê Ayn Îsa ye, xistine bin kontrola xwe. Navendê da zanîn ku li vê herêmê gundikek jî ji çeteyan hatiye paqijkirin, lê der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.
Navendê ragihand ku 2 hevalên wan yên di operasyone de bi roleke girîng rabûne, di şere li nêzî embara genim de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete, li gundê Til Hemama Tirkmena xwestine bi maşîneke teqemenî barkirî êrîşê bikin û di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de maşîn ji dûr ve hatiye teqandin. Li gorî daxuyaniyê, 2 çeteyên di maşînê de hatine kuştin. Navendê diyar kir ku ji ber dijwariya teqînê 3 hevrêyên wan jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li heman eniyê 4 gund ji çeteyan hatine rizgarkirin.
Li başûrê Girê Spî 12 gund hatin rizgarkirin
Der barê hêzên Kantona Kobanê de jî hat gotin, ji başûrê Girê Spî ber bi bajarokê Eyn Îsa ve bi pêş ve çûn: "Di operasyona pêr bi şev de gundên bi navê Şêradê, Eglik, Hoşên, Şerdik, El Manad, El Imad, Masura, Xalidiyê, Sersûh, Ewidiyê, Ewidana yekemîn û duyemîn ji çeteyan hatin paqijkirin."
Eyn Îsa û Lîwa 93 ji çeteyan hatin paqijkirin
Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku baregeha Lîwa 93 pêr bi şev dorpêç kirin û doh danê sibehê bi temamî rizgar kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî vê serketinê hêzên YPG/YPJ'ê berê xwe dane bajarokê Eyn Îsa û danê nîvro bajarok rizgar kirine. YPG'ê da zanîn ku di van operasyonan de 6 maşîneyên leşkerî û maşînekî doçka 23,5mm lê barkirî hatin rûxandin, 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û tevî 9 termên çeteyan, 7 kleş û 6 roketavêjên B7 hatine desteserkirin.
QAMIŞLO