Ew pêyva ku me daniye sernivîsa xwe, ango ew “Cî”, di rastiya xwe de 'Gî' ye. Bi zimanê Îngilizî wek “Gî” tê nivîsandin, lê bi dengê “Cî” ve tê xwendin. Ango em bi tevahî bejin, ya ku bi dengê “Êy Pî Cî” ve tê qestkirin jî Êy Pî Gî ye. Ango ne tiştekî biyanî lo, YPG ya me ye.

Lê dibe ku hin xwendevanên me bimeraq bipirsin, “di nav van şert û mercên dijwar de ev sosretî çiye, ji ku derket? Çi kar û barên me nîn e ku em bi van tiştên beredayî ve mijûl bin”? 

Erê rast e. 

Ger em di quncikê xwe de bêsebep qala wan tiştên beredayî bikin, zilm e ji bo xwendevanan. Lê sedem heye. Ka çend deqe dema xwe veqetînin, pîçek guhê xwe bidin ser.

Serokwezîrek heye. Serokvezirê Tirkan e bixwe. Li Tirkiyê faşîzmeke bêmînak dimeşîne. Dest datîne ser rojnameyan, hemû qenalên televizyon û înternetê girêdayî xwe dike, hemû şêwaz û kevneşopiya Komara Tirkiyê diguherîne. Li ser al û olê birdoziyeke vik û vala, ango birdoziyeke desthilatdariya xwe ava dike. Kî ku li himberî wî bisekine qirikê wan digire û hemû deng û rengan li wir dixeniqîne. 

Bi vî hawî her tişt; ango her sazî, her dezgeh, qanûn û nêrînên serbixwe dişkênîne, bêtesîr dihêle. Veguherînek tîne holê û her tişt li gor berjewendiyên xwe ji nû ve binav dike. Tu seknek li dijî xwe nedihêlîne. 

Çi însan be, çi tevger, çi rêxistin û hêz be, yek bi yek qeyda wan digire û bi bernameyeke bidîsîplîn êriş dibe ser wan. Hema em dikarin bêjin va 13 sal e ku ev pêvajo dimeşe li Tirkiyê. Car carina hin pirsgirêk dertên, lê rêya navendî ya Komara Tirk bi vî hawî bi rê ve diçe.

Ew Serokomar, ew keseyata xwenezan, ew zilamê faşîst û cuhela, gava ku dixwaze kîn a li zikê xwe kombûyî derbixîne der, bi zimanekî "cûda" diaxive, wekî ku hemû dîn û harên dunyayî kirine û dikin, ew jî bi pêyvên ecêp deng dide. 

Vêcarê çend roje min dibihîst pêyvek ecêp diaxive lê ewilî pê heyesiyabûm, lê dawî têgihîştim ku bi pêyva ÊyPîCî, dixwazê qesta YPG’ê bike. Newêre bêje YPG, dibêje ÊyPîCî... Armanc jî biçûkxistin e. Çi ku tê zanîn ew zilamê belengaz bixwe zimanê Îngilizî nizane. Nikare pêyvên Îngilizî bikarbîne. 

Ber vê, "ÊyPîCî" jî li ser dev û lêvên wî wek dengeke tiroviro, wek gotineke serobero disekine. Lê ew dîsa bêşermî deng dike; “EyPîCî”. Rojnamevan ji hev dipirsin, “Gelo çi dibêje”?.. Piştî nirxandineke bidemî, têdigihîjin ku qesta wî YPG ye. Hêrsa wî ji YPG’ê re ye.

Faşîzm pergaleke bişîdet e lê, hin car jî nezaniya faşîstan derdixîne holê û dibe sedema pêkenokiyê ji bo wan. Rebenî û belengaziya wan dide der. Erê ew “Serokomar” li Tirkiyê desthilatdariya xwe ya zilimkar raxistiye li ser hemû civakê, lê li himberî rêxistinên Kurd jî ketiye vî halî, halekî belengazî û pêkenokiyê.

Kî dibêje ço ya Xwedê nîne?..