“Her kes dizane ku di filmê de propaganda tine. Van rexneyan, ez li dijî jinê dibînim. Min tenê behsa mijar û rastiyekê kir. Ji bo were fêmkirin jî hinek termonolojiya Marksîzmê min bi kar anî. Ev rastiya kesên li wir e. Ez nikarim vê rastiyê biguherînim.” ALÎ GULER/CANNES Derhênera filma “Keçên Rojê” Eva Husson, bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ´ê û got, “Jin bi perspektîfên Ocalan, civakek nû diafirînin.”   Eva Husson, bi xwe derhênereke Fransî ye. Lê koka malbata wê ji Spanyayê ye. Kalikên wê di şerê navxweyî yê Spanyayê de li dijî Franco şer kirine. Li Parisê dijî. Husson, heta niha ji bilî çend kurte filman, 2 filmên metraj direj kişandine. Filma wê ya yekem a metraj dirêj, “Bang Gang” e. Ev film, li Toronto û çendîn festîvalên navneteweyî yê din de xelat wergirtine. Derhênera jin, bi vê filmê navê xwe li cihana sînemayê da nasîn. Filma metraj dirêj a duyem jî li ser mijara tekoşîn û şerê jinên Kurd a li dijî DAIŞ´ê ye.  Film, li 71’mîn Festîvala Navneteweyî ya Cannesê ji bo xelata “Palmiyeya Zêrîn” di pêşbirkê de ye. Filma “Keçên Rojê” roja Şemiyê hat nîşandan û rastî elaqeyeke mezin hat. Film behsa êrişên DAIŞ´ê, trajediya Ezîdiyan û berxwedana jinên Kurd dike. Derhênera jin Eva Husson, dibêje, wê dema çîrokan van jinan xwendiye, gelek tesîr lê bûye û biryara çêkirina filmeke bi vî rengî daye. Eva Husson bawer dike ku kaos û gengeşiya rojhilata navîn bi tekoşîna jinê wê çareser bibe. Ew vê jî di fikra Abdullah Ocalan de dibîne.  Derhênera Fransî Eva Husso, li ser filma “Keçên Rojê” û tekoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ´ê bersiva pirsên me dan. Cenabê te ji kengî ve Kurdan nas dike?  Ez ji mêj ve Kurdan nas dikim. Lê elaqeya min bi pirsgirêka Kurd ve ji sala 2014´an ve heye. Dema êriş û komkujî li Şengalê pêk hat, Kurdan bêhtir bala min kişand. Min jî li ser Kurdan xwend û lêkolîn kir. Jixwe, ji sala 2016´an ve jî bi rêk û pêk çûm Kurdistanê. Fikra filma “Keçên “Rojê” çawa derket holê? Cenabê te çawa biryareke bi vî rengî wergirt? Kalikê min kesekî komînîst bû. Ew di şerê navxeyî yê Spanyayê de esker bûye û li dijî faşîzmê şer kiriye. Birayê wî jî kesekî anarşîst bûye. Wan bi hev re li dijî Franco şer kiriye. Piştre derbasî Fransayê bûne û di nava berxwedana Parîsê de cih girtine. Ez neviya partizanekî me ku li dijî faşîzma Franco şer kiriye. Ji bo wê jî, di xwîna min de dijberiya faşîzmê û berxwedan heye. Dema min serpêhatiya jinên çekdar û têkoşer xwend, bi rastî jî gelekî tesîr li min kir û bala min kişand. Ji ber ku mijara Franco û ya niha li Rojhilata Navîn diqewime, wek hev in. Min dema çîroka jinên Kurdên berxwedêr xwend, biryara çêkirina filmeke wisa wergirt.   Çêkirina filmê çiqasî dewam kir?  Piştî demeke direj a lêkolinê, ez  2016´an çûm Kurdistanê. Di serî de Maxmûr, ez li gelek deveran geriyam. Bi şervanên jin û mêr re min hevdîtin kirin. Rojnamevanên li heremê di nava şer de mabûn, min bi wan re hevpêyvîn kirin.   Ji bilî van kesan bi gelek kes û der û doran re min hevdîtin kirin. Ez bi wan kesan re peyivîn ku jinên Ezîdî yên hatibûn revandin ji Reqa û Mûsilê derbasî Kurdistanê dikirin. Piştî lêkolînê û van hevdîtinan min dest bi nivîsandina senaryoyê kir. Film di 2017´an de hat kişandin. Di serî de me xwest filmê li Kurdistanê bikişînin. Lê ev tehlîkeyeke mezin bû. Min nexwest jiyana ewqas kesan bikim tehlûke yê. Pişt re me plana duyemîn kir dewrê û em çûn Fasê, ew jî nebû. Herî dawî me li Gurcistanê cihê hevbeş dît û me li wir film kişand. Cenabê te, tekoşîna jînên Kurd a li dijî DAIŞ´ê çawa dibîne? Çong danayînin, teslîm nabin. Şer dikin û li ber xwe didin. Ev hemû bi xwe re serketin û azadiyê tînin. Ev jî hêz û moralê dide. Ev serketina jinên Kurd e. Jixwe, min ev film jî ji ber vê sedemê çêkir.  Ez di wê baweriyê de me ku tekoşîna jinên di vê filmê de, ji bo hemû jinên cihanê wê bibe mînak. Ji ber ku em di vê filmê de behsa hemû jinan dikin. Ev filma cenabê te ya metraj dirêj a duyem e. Gelek mijareke giran û bi rîsk e. Dema te biryar da tu vê filmê çêkî, qet tu netirsiyayî gelo? Rast e, ji bo min gelekî bi tirs û rîsk bû. Hem di warê fikrî de hem jî di warê fizîkî de. Jixwe, ji ber vê mebesê demeke dirêj dewleta Fransa ewlekarî da min. Li aliyê din, çûyîna Kurdistanê jî a Gurcistanê jî bi rîsk bû. Dema me girtina dîmenên filmê qedand, li Gurcistanê teqîn çêbûn. Lê li gorî min qîmeta van tişta tine. Ji ber ku heger tu di doza xwe de mafdar bî, rîsk ne tiştek e. Jixwe, ji bo çêkirana filmeke wisa jî xwe dana ber rîskan ferz e. Di filmê de jinên Kurd ne tenê li dijî DAIŞ´ê, li dijî nihêrina mêrtiyê û feodalîtiyê jî têdikoşin? Jin bi perspektîfa fikra Ocalan a Marksîst û femînîst, li dijî civaka paşverû û feodal şer dikin û dixwazin jiyaneke wekhev û civakeke nûjen biafirînin. Jin bi vê perspektîfê têdikoşin dikin. Gelo cenabê te qet meraq dike, jinên îro li Şengal û Rojava li dijî DAIŞ´ê şer dikin, derheqê filmê de wê çi bifikirin? Jinên Şengalê hîna ev film neditîne. Ez bawer dikim, ew jin di vê filmê de wê perçeyekî rastiya xwe bibînin. Derheqê filmê de rexne jî hene. Hinek derdor dibêjin, propaganda hatiye kirin. cenabê te derheqê van rexneyan de çi difikire? Ev rexne bêelaqe ne. Bi niyeteke xirab tên kirin. Li aliyê din jî hinek kes jî di filmê de digiriyan. Her kes dizane ku di filmê de propaganda tine. Navê ti rêxistinekê jî di filmê de nehatiye nîşandan. Ji ber vê, rêxneyên van kesan bê mane ne. Heta van rexneyan, ez li dijî jinê dibînim.  Min tenê behsa mijar û rastiyekê kir. Ji bo were fêmkirin jî hinek termonolojiya Marksîzmê min bi kar anî. Ev rastiya kesên li wir e. Ez nikarim vê rastiyê biguherînim. Film, filmeke jinan e. Mijara wê jî bi heman rengî ye. Li gorî ew xelatek bidin filma cenabê te?  Tîma filmê hemû jin nînin. Em li hevalên mêr ê di filmê de kar kirine, neheqiyê mekin. Ev film, bi xebateke kolektîf hatiye çêkirin. Lê ez hevî dikim ku di festîvalê de em xelatekê wergirin.