Dayîka cangoriyê YPG’ê Rice Harding (Serhed Bagok) a bi navê Michelle Harding serdana Navenda YPG’ê li Kantona Cizîrê kir. Tekoşer Serhed Bagok ê Awustiralî di 27’ê Hezêrana 2015’an li gundê Mişêrifê yê dikeve navbera bajarokê Eyîn Îsa û Silûkê, jiyan xwe ji dest dabû.

Bi armanca pêşwazî kirinê, şervanên YPG/YPJ’ê merasîmeke leşkerî organîze kirin. Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik bi xêrhatina dayîka Tekoşer Serhed Bagok kir.

Piştre dayîka tekoşer Serhed Bangok a bi navê Michelle Harding  axivî û kêfxweşiya xwe bi serdana Rojava anî ziman. Michelle Harding  diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û ew ê piştevaniya xwe ji bo şoreşa Rojava û YPG/YPJ’ê bidomînin.

Michelle Harding destnîşan kir ku bavê tekoşer Serhed jî ji ber rewşa xwe ya tendirûstiyê nehatiye.

Piştî axaftinan şervanên YPG’ê û YPJ’ê wêneyeke tekoşer Serhed  Bagok pêşkêşî dayîka wî kirin. Dayîka tekoşer Sergehd Bagok got ku ev wêneya herî xweş e ku şervanan diyarî wê kirine.

Tekoşer Serhed Bagok di 4’ê Gulana 2015’an beşdarî nava refên YPG’ê bû. 


 QAMIŞLO