Kean Loach bi salan e ku li ser sînemayê hûr dibe. Sînemaya wî û fîlmên wî fîlmên xav nînin. Mirov gava li wan temaşe dike, xwe, dîroka xwe û têkoşîna xwe jî dibîne di fîlmên wî de. Her çiqas li welatekî dûr, li Ingilistanê bi sînemayê re mijûl be jî çîrokên ew dibêje çîrokên gerdûnî ne. Her civak û her welat rastiya erdnîgariya xwe dikare di wê awêneyê de bibîne ku Loach derdixe hemberî me. Hemû fîlmên wî li ser bingeheke dîrokî û civakî xwe bi rêk û pêk dikin. Kameraya xwe polîtîk dixebitîne û bi kadrajeke sosyalîst dixwaze mijarên xwe vebêje. Loach gava vê kadrajê bi pêş dixe, ti carî nirxên sincî, exlaqî têk nabe, berovajî vê yekê, li ser van esasan bingeha xwe disêwirîne. Loach wek derhênerekî sosyalîst îro ji bo hemû sînemagerên sosyalîst mînakeke mezin e. Hêviyek xurt e. Pêwîst e mirov kadrajên wî baş bixwîne û her wiha tiştên ku tevlî çarçoveya xwe dike, fêhm bike. Tişta ku Loach ji xwe re dike derd, ne mijarên ji rêzê ne, ji sedî sed bi jiyana me re têkildar in û vegotina wî ya sînamatografîk nûjen e.

Loach, îsal fîlmeke bi navê “Ez, Daniel Blake” kişandibû û ev fîlm li Mihrîcana Fîlman A Cannesê xelata herî mezin bidest xistibû. Mixabin hêj nû derfet çêbû ku ez li fîlmê temaşe bikim. Mijara fîlmê “Ez, Daniel Blake” ne mijarek e ku em xerîbê wê bin. Loach, li ser pirsgirêkên karkeran berê jî sekinîbû û di fîlmên xwe de rastiya rewşa karkeran bê tirs radixist ber çavan. Di vê fîlmê de jî burokrasî û dewlet baş tê rexnekirin. Bandora dewlet û burokrasiyê ya li ser karkeran, bi zimanekî ku bandorê li ser mirov çêdike û dilê mirov dişewitîne vedibêje. Blake, kesekî karker e, lê piştî demekê nexweş dikeve û bijîşk jê re dibêjin ku êdî nikare bixebite. Piştî vê agahdarkirina bijîşkan, Blake dikeve nav valahiyekê û nizane çi bike. Blake neçar e! Ji ber ku nikare bixebite, dixwaze here ber deriyê dewletê da ku alîkariyê bidinê, lê piştî demekê Blake hîn dibe ku pergala dewletê bûye wek ritamê û her diçe kesayetan dadiqurtîne! Blake jî di nav vê pergalê de dibîne ku heta dengê xwe bilind neke kes li rûyê wî nanihêre, ji lewre jî dengê xwe bilind dike û li hember vê pergal ango burokrasiya qirêj dest bi şer dike. Di vê navberê de Blake rastî jinekê û du zarokên wê jî tê. Dibîne ku yên wek wî gelek in ku burokrasî dixwaze wan pûç bike û bêwate bike. Jixwe, ji bo dewletê ferd bêwate ye!

“Dewlet rêxistineke mezin a sûcan e” dibêje Fikret Başkaya. Mirov dikare bibêje, îmaja herî riziyayî û sexte ya modernîteya kapîtalîst dewlet bi xwe ye. Di vê pergalê de herkes ji xwe re ye, kî bi hêz be ew mafdar e. Burokrasî van sûcên dewletê rewa dibîne û vedişêre. Her wiha dizê herî mezin yê di nav malê de jî dewlet e. Dewlet xwe di ser civakê re dibîne û mafê ferdan binpê dike. Wan tune dihesibîne. Kesê wek dewletê nefikire û di pergala wê de nebe domdarê hişmendiya wê, mixabin nikare jiyaneke aram pêk bîne. Tûndiya li ser Blake, terora herî mezin e. Blake di nav burokrasiyê de her diçe biçûk û bêwate dibe. Burokrasiya dewletê piştî demekê Blake gêj dike. Blake carekê êşê dikişîne, lê Katie wek jinekê du caran diêşe. Tevî du zarokan, ew jî li derve ye û li dû mafê xwe ye. Blake û Katie piştgiriyê didin hev û têkoşîna xwe bi hevre xurttir dikin. Loach bi zimanê xwe yê sînemayê û çîroka xwe dixwaze ji me re bibêje ku piştgirî û hevkarî ancex dikare mirovî ji hovîtiya dewletê rizgar bike. Bi kurtasî çîroka Blake çîroka me hemûyan e. Em tev wek Blake û Katie her roj di nav gemariya vê burokrasiyê de pûç dibin, lê em dengê xwe bilind nakin. Loach dibeje, bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin. Li dû mafê xwe herin. Baweriya xwe ji dest nedin ti carî.

Jixwe, gava xelat wergirtibû Loach gotibû, “Em niha di pêvajoyeke bêhêvî re derbas dibin. Hin kesên xêrnexwaz ji vê pêvajoya bêhêvî sûd werdigirin. Em extiyar dizanin ku ev nêzîkatî wê encamên çawa derxin holê. Ji ber vê yekê, ez ji vir peyameke hêviyê dişînim ji cîhanê re. Cîhaneke din pêkan e û pêwîst e.”

Em, wek malbata Danîel Blake û Katie, ji bo afirandina cîhaneke din û têkoşîneke bi heybet divê bi hêza sînemayê zanibin û bi rêya sînemayê - çawa ku Loach sînemayê bi kar tîne - em dikarin planên xêrnexwazan pûç bikin. Ji bo vê jî dilsozî, hevkarî û piştgirî, ji lewre cîhaneke din pêkan û çarenîn e. Pêwîst e ev pêvajoya bêhêvîtiyê veguhere hêviyên mezin û baweriyên xurt.