KAKŞAR OREMAR


“Ez dilgêşê can im

Dengbêj im tembûrvan im

Leşker im şoreşvan im

Roja cengê ez şervan im...”


Wî wiha dest pê kir û birastî jî bû dil ê geş û tije hez a doza Kurdistanê. Piştre pirsên wî jî balkêş bûn:” Biçûk bûm daye bûme mezin / Bêje ji te dipirsim, bêje dayê ka babê min...”

Ji 15 saliyê dest pê kir û êdî 40 salên din yên jiyanê di xweşî û nexweşiyan de bi stranên şoreşgerî û saza xwe bû şervanekî doza azadiyê. Bû alîgirê doza gundiyan û got em karker û gundî ne. Helbestên wî xweş bûn û peyamên wî bala hemû çînên civakê dikişandin ser xwe. Rojek ji rojên sala 1978’an bû ku êdî gel baweriyeke mezin pê anî. Li Nisêbînê di sînema Moganê de şeveke dîrokî çêkir. Sibeha wê rojê her kesî jêre digot: ”Kekê Dilgeş me ji şevê din ve azadiya xwe dît...”. Piştre wî, Bêrîvan, Rojhat, Amed û çend kesên din xwe gehandin her derê bakurê Kurdistanê. Strana wî ya yekê ku xwedî naverokek siyasî bû “Bindestî” bû û handan a Kurdan ji bo standina azadiyê bû: “Ma qey bindestî para me ye lo, para me ye loTurkeşê xelkê hene ka Kurdeşê me lo,...”

Strana wî ya duyê jî “Menal” e ku li ser şîretên dayîkekê bo lawê wê ne ku wan salan êşa bindestiya çend milyon Kurdan bi bîra civakê dianî:

“Erê menal berxê mino menal

Derê menal şehîdê mino menal

Wele wezê şevkê ji van şevên payîza şevên reş û dirêj, li ber pala birîndarê mala babê xwe dêranê heylo lawo bibim balîf û berpal...

Herê menal karê mino menal...., wele tu yê çavê reş û belek meke Kendal, de menal ezîzê mino menal...”


Ji DDKD ber bi Tevgera Azadiyê ve

Dilgeş berê bi hereketa DDKD (Devrimci Demokrat Kültür Derneği) re bû, lê li pey berxwedana Mezlum Dogan a li zindana Amedê ber bi hereketa Apociyan ve hat û heya sax bû li ser wê rêbaza xwe meşiya: “Heval Mezlum bîra nakim berxwedana zindanê, bîr û baweriya we ya xurt, dengê we dinya dagirt...”

Li ser hevalên weke Bêrîvan, Egîd û rêzdar Ocalan jî stranên xweş çêkirin û gotin. Ji 9 berhemên wî yên weşandî mirov di karê wî yê hunerî de şêwaz an jî stileke taybet dibîne. Mamosta Dilgeş bixwe dibêje nêzî 1500 stranên wî yên gotî û negotî hene. Her straneke wî xwedî çîrokeke rastîn e ku şehîdên Bagokê yek ji wana ye: “Hêêê….Li Mêrdînê li Bagokê

Xwîn herikî wekî cokê

Şer dewam kir şev û rokê…

  Bijî şerê me li Bagokê, bijî şerê me li Bagokê 

Çiyayê Bagokê bi dare, leşker hat ser bi hezar e

Li wir bûbû axir dewran e 

Li ser serê çend hevala, li ser serê çend hevala ....”

Di stranên wî de peyvên çaxê jiyana wî a giran û dijwar têne bihistin. Dîktatorno, barbarno, lolo siwaro, generalno, muxtaro, xayînno, lêxe gerîla lêxe, Mezlum Dogan, Bagokê ku berhemên wî heya radeyekê nasnameya şoreşa Kurdistanê a di salên 1970-80an da bi me dide nasandin.

Kûrahiya nêrînên Dilgeş

Nêrînên wî yên kûr, bisporî û aliyê wî yê berhemdar sewiya rewşenbîriya wî ji me re eşkere dikin. Ew kesekî zêde xwende nebû lê bêtir ji her kesî mirovê kar û xebata piraktîk bû. Di rewşekê de ku di çarçova siyaseta pergala înkarger de ew wek Êzîdî, hunermend û Kurdekî li hemû mafên xwe yên xwezayî hatibû bêparkirin, êdî Dilgeş ji rêya xwe venagere. Weke şervanekî bi israr sal ji sala berê zêdetir dibe aşiqê kar û hunera xwe. Ev xala yekê ye ku bi helwesteke wiha re bandora xwe li ser raya giştî a civaka Kurd saz dike. Evîndarê wan şoreşgerên Kurdistanê ye ku dirûşmên xwe piraktîze dikin. Navê wan Apocî ye. Dilgeş bêtirs, bi cesaret û bi awayekî zelal û vekirî daxwazên di dil de hene dike helbest û bi deng û awazên xweş beyan dike. Avêtina pêngavek wiha hem cesaretê dide civakê û hem jî cihê wî ji cihê hunerendên beriya wî cuda dike. Oportonîst nîne û heta bi bê li ber çavgirtina zirar û gefên teror û kuştinê, hinek taboyan dişkîne. Strana “ Xumêynî tu xwînxwarî “ di serdemekê de hate gotin ku hê bi rindî nasnameya şoreşa Îslamîya Îranê ne ji Îranîyan re naskirî bû û ne jî aliyên opozîsyon û di nava wan de jî ji her kesî zêdetir partiyên Rojhilatê Kurdistanê dizanîn ku di hemen meh û salên destpêkê de Xumêynî yê li dijî Kurdan cihadê îlan bike. Di tefwa an jî cihada Xumêynî de: “Kuştina Kurdan û çûyîna cenetê hevdu temam dikirin...” Û Dilgeş di wê stranê de me wiha bi rastiyên tevkujiya Kurdên rojhilatê Kurdistanê dihesand:

”Xumêynî tu xwînxwarî, tu xwînxwarî tu dîndarî / Îran ji welatê me ye, gelê wê birayê me ye...”


Xwedî helwest a Kurdistanî bû

Êşên xwe bi kilamên xwe dikewindan. Di wan salan de kesên din jî hebûn ku stranên protestokirinê digotin, lê nediwêran zêde behsa rejîmekê bikin ku dawî bi jiyana mezintrîn jandarmê herêmê ango selteneta Mihemed Riza Pehlewî anîbû. Dilgeş nedikarî bibe esîrê hestên bindestiyê. Nedikarî li hemberî ezaba wijdana xwe liberxwe bide. Wî bi dengekî bilind çi di dilê wî yê xemgîn de hebû, anî ziman: “Gerîla bi nav û deng e, karê te şer û ceng e / Berf barî wek fereng e dunya li dijmin bû teng e... Gerîla bi himete, ji  dijmin bêminet e / Şoreş jêra dewat, destek ji nav milete”

Di qada karê xwe yê hunerî-şoreşgerî de ew li her derê amade ye. Hizûra wî li ser sehnê pirreng û vê rastiyê ji me re vedibêje ku Dilgeş di jiyana xwe de xwedî pirensîp û armancên domdirêj e. Pêre jî di rengê huner û jiyana wî de bi hatina pêvajoyên nû re tê guherandin, lê ew qet helwesta xwe a Kurdistanî naguhere. Bi deng û hunera xwe re jî ticaretê nake. Di peyvekê de wiha digot: “Ew xwe nafiroşe hinek aliyên ku li pey kirîna wî ne daku ji xwe re bikene amrazekî propagandeyên rêxistinî.”


Kurdbûn jêre girîng bû

Hunera Dilgeş xwedî hinek taybetmendiyên xwe ye; Deng Kurdî, ziman xweş, hestên nazik û bêguman mezinbûna di nava civakek ku bindestî înkargerên weke Kemalîstane, teva destê xwe dabûne hev ku Dilgeşê xwedî hestên nazik dengê xwe ji bo doza mirovahiyê bikar bîne.

Wî dizanî ku Kurdên Êzîdî zêdetir ji Kurdên Sunî rastî zilma olî-etnîkî hatine lê daxwaza wî ew bû ol nebe sedema bêtifaqiya Kurdan. Wê dubendiyê kir ku niha li bakurê Kurdistanê Kurdên Êzîdî kêm mane. Piranî çûne Elmanyayê û dema vedigerin Kurdistanê jî rastî şelandin û talana mal, erd, gund û milkê xwe tên ku hezaran sal e jiyana xwe li ser domandine. Êşên wiha di hunera Dilgeş de diyar in, lê ew di navbera Kurdan de ferqê nabîne. Xwe Kurd dihesibîne û Kurdistanê welatê xwe dizane:

“Axa me zêr û zengîn e / Hawir  tev mayîn danîne li ser xetê û bin xetîne / Em tev xelkê welatîne…” 

Felsefeya berdewamî û mayîna şoreş a Kurdistanê li rex xwîn şoreşger, serkêşiya lîderên maqûl gelek jî deyndarê huner û stranên hunermendên weke Dilgeş, hozan Serhed, Sefkan, Mizgîn, Çiya, Aram Tîgran û kesên wiha ne. Mîrasên ku wan ji me re hiştine giranbiha ne û bihîstina peyv û awazên wan tim hişê civakê zindî dihêle.


Hozan Dilgeş û gotinên dawiyê

Hozan Dilgeş hestiyar û berhemdar bû. Xweştirîn rojên wî hezkirina ji welat û hevalên wî bû. Bîranîna wî ya herî nexweş jî dûrketina ji hevalan û tenêmayîn an jî bêkesî a li xerîbîyê bû.

Wî li ser helwesta dost û hevalên xwe di rojên dawiya jiyanê da ku ketibû ser textê nexweşxanê wiha got: “Bi hemû kêmasiyên ku hebûn, ez vê pênga hevalên xwe yên hunermend weke gaveke dîrokî teqdîr dikim. Êdî jiyan tê dawiyê û ez Kurd û Kurdistanê ji bîr nakim. Axa ku bi hesreta dîtina wê çavên xwe digirim...”

Bandora rûdanên li Kurdistanê li ser hunera wî pir zêde bû. Kesekî nefs biçûk bû. Di rojên dawiya jiyanê de dema xeberên nexweş ji bakurê Kurdistanê dibihîstin carna ev stran dikete bîra wî:” Eger fermana me rabê / destê di kelmçê bê, berê me li zindana bê, nabê nabê nabê welatê min ji bîr nabê, her hertim di dilê me da bê, ... Evîndarim, evîdarê deşt û çiyayên te yên xweş / Tuyî çira min di şevên reş/ Tuyî xwîna van rehên reş, mane vaye di rêya te de bûme Dilgeş...”

Ez û yar, Gula Wanê, Heval Mezlum, Şerê Bagokê, Muxtaro, Biçûkê Canê, Pale, Dîktatorno, Xabûr û dehan stranên din li ser nav û dengê Dilgeş belav bûn. Xwezî di van rojên dîrokî de wî dîsa bi dengekî bilind hewarên xwe gihandiban Enqerê, dema ku berî 30 salan wiha gotibû:

“Berberno dîktatorno / Jiyan ji bona me ye

Mirin ji bona we ye / Serkeftin her bo me ye

Ne hûn ne babikên we / Nasekinîn doza me ” 

Dilgeş bi wê hêviyê dijiya ku rojekê têhna laşê wî bi bêhna hewaya axa bav û kalan zêdetir bibe. Carekê wiha gotibû: “Ev der ji me re nabe welat heval, welle dilê min di ezabeke bêrawestan de ye. Nikarim li vira bijîm. Kengî ew roj yê bê ku herim nava gund û axa Fisqînê maç bikim. Kengî ew roj yê bê ku li ser kevirê ber deriyê mala babê xwe rûnim û dîsa bi dengê saza xwe hemû gundiyan li dora xwe bibînim?! Wey lo ew roj çiqas xweş bûn,... xweziya careke din piyê min gihaba ser wê axa pîroz, îcar bila mirin bibûya mêvanê vî canî...

Ax Nisêbîn warê delal / Min ew nedî ev bû çend sal/ Li ser te destên gemar / Ev dilê min bû evîndar...” 


Dilgeş bi eşqa xwe ya Kurdistanî hozanê dilan û şervan qada ziman û hunerê bû. Felsefeya wî kûr, rewşenbîrekî Kurdistanî, hunermendekî xwedî helwest, realîst, wefadar û li dijî durûtiyê bû. Ew kedkarekî doza azadiyê bû û keda wî di şiyarkirina gel û civakê de ji bîra Kurda naçe.


Oxira dawiyê


Dilgeş demjimêr 23’ê şeva 11’ê Adara 2017’an li pey nexweşiyeke giran xatir ji jiyanê xwest. Roja 13’ê Adarê bi merasimeke tije qedirgirtin termê hozan Dilgeş ji bajarê Bielfeld ber bi Nisêbînê ve hate şandin. Wê rojê li mala Êzdiyan a bajarê Bielefeld ji saet 10:00’an heya 14:00’an gelek kes li ser huner, ked, kesayetî û xebata wî axivîn. Hozan Xemdar wek heval û kesekî herî nêzî Dilgeş û berdevkê platforma hunermedên Êzîdî wiha got: “Dilgeş ji me re mamostayê hunerê bû. Rêyeke xweş li ber me vekir. Di xweşî û nexeşiyan de ji me dûr neket. Xwezî jiyaneke wiha tije serbilindî bibe bi para me jî… “

Ji Tevgera Jinan hevala Yildiz, hevserokê Tev Çandê hunermend Cewad Merwanî, ji koordînasyona Êzîdxanê: Cahid Zerdeştî, ji şanoya Ehmedê Xanî hunermend Amele, ji Yekîtiya mamostayên Kurdistanê Rêzan Hesinkar, ji Koma Berxwedan: Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Şemdîn û Diyar, xebatkarê Çira TV Celal, ji Mala Êzdîyan: Semîr Birahîm, hunermend Beşîr Êzîdî,ji koma Bira Hozan Hikmet, endamên malbata hozan Dilgeş û yên din her kesî bi awayekî behsa aliyekî jiyan û hunera hozan Dilgeş kirin. Bîranîn wan zêde û piranî li ser dilnizmî û dewlemendiya hunera wî bûn. Ji xeynî wan sê hunermedên din jî wê rojê amade bûn: Dilovan Baso, Derwêş Serhedî û Beşîr Êzîdî.

Destpêk û dawiya merasimê bi qewlên Şêx Osman ên Kurdî bûn. Gelek peyamên sersaxiyê ji malbata hozan Dilgeş re hatibûn ku piralî bûn. Sazîyên Kurdistanî, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên weke Sozdar Avêsta û Zekî Şingalî jî di peyamên xwe de bi berfirehî behsa ked û xizmeta hunermend Dilgeş kiribûn û kar û emeka wî teqdîr kiribûn.

Ji Elmanya heya Kurdistanê bi hezaran kesan pêşwaziya hunermendê nemir Dilgeş kirin.Oxir be hozanê vîn û evînê..


Jêder û çavkanî:

Hevpeyvîna min û Hozan Dilgeş ji bo proja Navdarên Kurd.

Berhem û stranên wî yên tomarkirî