
LUQMAN GULDIVÊ / /NAVENDA NÛÇEYAN
Behiye Uca yek ji namzetên parlamenteriyê yên Die Linke (Partiya Çep) yên ji bo parlamena eyaletê ya Saksonya Jêrîn (Niedersachsen) e. Ji ber ku parlamentera endama keskan partiya xwe guhert û bû endama partiya Xiristaiyan Demokrat CDU´yê, hikûmeta eyaletê ya koalisyona di navbera SPD û Keskan de pirraniya xwe ji dest da û bi vî rengî yekşema li pêşiya me ji bo hilbijartina parlamena eyaletê ya nû, pêşwext hilbijartin tên lidarxistin. Ev hilbijartin jî yekşema li pêşiya me ango 15´ê Çiriya Pêşîn bi rê ve diçin.
Siyasetvana Kurd a Êzîdî a ji Bişêriyê, Behiye Uca ji lîsteya Partiya Çep (Die Linke) ya Elman, namzeta parlamenteriya eyaletê ye. Uca îşaret bi rêjeya dengan a partiya xwe dike ku li gorî anketên vê dawiyê gihiştiye ji sedî 5´ê û dibêje, "şensê me heye ku em bendê derbas bikin". Bi qasî ku diyar e, her dengê ku Die Linke bistîne wê bibe alîkar ku benda ji sedî 5´ê derbas bike. Me ji Behice Uca pirsî, Partiya Çep li eyaleta Saksonya Jêrîn bendê derbas bike, şensê te çiqas e ku tu bibî palamneter û wê wiha li me vegrand: "Ez ê ji sedî sed bêm hilbijartin. Heger partiya min benda ji sedî 5´ê derbas bike, ji lîsteyê em 7 kes em ê bikevin parlamena eyaletê û ez di rêza 5´an de me; di nava namzetên jin ên lîsteyê de jî ez di rêza 3´yan de me."
Mafê Kurdan û dawîanîna krîmînalîzekirina wan
Uca behsa xebata xwe ya siyasî kir, bi bîr xist ku ew ji sala 2011´an ve li bajarê Celle ku hejmara Kurdan û nexasim jî ya Êzîdiyan lê pirr e, di meclîsa bajêr de ye û li taxa lê ye jî alîkara muxtar ango muxtara duyem e û wiha behsa karîgeriya siyaseta xwe kir: „Dema mijar Kurd bin, dest dest diavêjimê. Mesela, par meha 12´an min ji meclîsa bajêr biryarnameyek bi yekdengî da derxistin. Ev biryarname li dijî krîmînalîzekirina Kurdan bû û çi partiyên di meclîsa bajêr a Celle de destek dan vê biryarnameya min. Ev li hemberî wan neheqiyên Tirkiye tîne serê miletê me yê Kurd bû. Zextên li girtîgehan, zilma li endamên HDP´ê tê kirin, zordariya li dijî parazvanên mafê mirovan, di vê biryarnameyê de hatin rûreşkirin. Hemû partiyan û hemû endamên meclîsa bajêr ev qebûl kir. Me biryarname weke name jî şand ji Parlamena Federal a li Berlînê re, ji Dîwana Edaletê ya li Den Haagê re û gelek saziyên din ên neteweyî û navneteweyî re şandin."
Wekî din Uca bi bîr xist ku şaredariya Celle yeke deyndar e, dîsa jî wê bi israr xwest ku alîkarî bi şaredariya Batmanê re bê kirin, wê dema ku gelek koçberên ji Şengalê xwe lê girtibû û şaredariya Batmanê alîkarî bi wan re dikir û wiha peyivî: "Me di nava şaredariyê de 5 hezar euro dan hev û ji şaredariya Batmanê re ew pere şandin."
Ez dixwazim bibim dengê gelê xwe
Ji bo giraniya xebata xwe ya siyasî li parlamena eyaletê jî heger bê hilbijartin, Behiye Uca got, ew dixwaze li dijî krêmînalîzekirina Kurdan têbikoşe, û wiha dewam kir: „Girraniya karê min civakî ye. Mirovên bindest, ên neheqiya civakî li wan tê kirin, ên bêkar û muhtacê alîkariya civakî, berjewendiyên wan ez bikim roj û bi pirsgirêkên wan dakevim. Ji ber ku ez ji Batmanê me û Êzîdî me, ez dixwazim, pirsgirêkên Kurdan û Êzîdiyan tevahî çareser bikim, û pê re jî mafê hemû dîn û olan ne yê xwe bi tenê biparêzim. Ji ber ku mafê her kesî heye jiyaneke baş derbas bike, ez dixwazim bibim dengê gelê xwe hemûyî."
Bila dengekî we jî hebe
Behiye Uca bi bîr xist ku dema ew bi pirsgirêkên Kurdan û Êzîdiyan bihise, ew dest biavêje wan û wan bike rojev û bi bîr xist ku di hilbijartinan de ji bo partiya wê her dengê bê dayîn girîng e û ji bo hilbijartinên roja yekşemê ev bang kir: "Ez ji xelkê me re dibêjim, ê ku welatiyê Elman be, biçin herdu dengê xwe yên hilbijartinê jî bidin Partiya Çep (Die Linke), bila dengekî we jî di nava parlamena eyaletê ya li Hannoverê hebe. Ji be rku ez ê bibim zimanê gelê xwe hemûyî."