
Dunya Hiso an jî bi nasnav Ozgur Jiyan, li pey xeyala xwe ya zarokatiyê çû. Ti carî pişta xwe neda zarokatiya xwe û her tim gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di guhên wê de olan didan: “Tu hîna biçûk î. Dema tu mezin bûyî, ez ê gazî te bikim û wê demê tu yê bibî şoreşger.” Ev keçika 9 salî ku ji Ocalan re digot: “Ez ê bibim şoreşger” di Berxwedana Kobanê de tevlî nav refên şehîdan bû.
Dunya Hiso (Ozgur Jiyan) di 1’ê Mijdara 1981’an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çavên xwe li jiyanê vekirin. Di nav malbata ji 4 xwîşk û birayan de, keça herî mezin bû. Li Şêxmeqsûd a Helebê di nav malbateke welatparêz de ku bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re dilsoz bû, mezin bû.
Dunya refên dibistana seretayî û navîn di dibistanên Helebê de xwendin. Di 6 saliya xwe de jî di nav koma Agirî ya dîlana Kurdî de fêrî dîlan û folklore Kurdî bû.
Ji Ocalan re got: Dixwazim bibim şoreşger
Dema ku gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dida Lubnanê, malbata Dunyayê jî berê xwe dida vê riyê û di civînên Rêber Ocalan de amade dibû.
Dunyaya 9 salî wê demê ji Ocalan re got: “Dixwazim herim Çiyayên Kurdistanê û tevlî şoreşê bibim. Dixwazim bibim şoreşger”. Rêberê Gelê Kurd Ocalan wiha lê vegerand: “Tu hîna biçûk î. Dema tu mezin bûyî, ez ê gazî te bikim û wê demê tu yê bibî şoreşger”.
Dest bi rêwîtiyeke nû dike
Di 15 saliya Dunyayê de carekê hêzên rejîma Baasê bi ser mala wan de girt û bi tawana têkiliya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re bavê wê Îbrahîm Xelîl binçav kirin. Dunya ji ber vê sedemê dev ji xwendinê berda.
Bavê Dunyayê piştî meh û nîvekê, serbest hat berdan. Lê vê buyerê di jiyana Dunyayê de dunyayek vekir.
Girtina bavê wê, li gel Dunyayê fikar û nakokiyên derbarê azadî û îradeya azad de bi pêş xistin. Lewra piştî serbest berdana wî, Dunya bi bavê xwe re êdî nîqaşên di vê derbarê de dimeşandin. Heya ku rojekê biryara tevlîbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê da û bi bavê xwe re parve kir. Wiha çerx guherî û dest bi rêwîtiya nû kir. Dunya di vê rêwîtiyê de navê ‘Özgür Jiyan’ ku tê wateya Jiyana Azad, hilbijart. Lewra di riya peydakirina jiyana azad de herikî.
Li Kobanê…
15’ê Îlona 2014’an û bi destpêkirina êrişên li dijî bajarê Kobanê, di dil û mejiyê Ozgur de êdî daxwaza vegera li Rojava û tevlîbûna berxwedana Kobanê olan dida. Piştî 18 salan ji têkoşîna di nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de, Ozgur di 10’ê Cotmeha 2014’an de li ser riya Arîn Mîrkan berê xwe da Kobaniyê.
Beriya vê Ozgur li herêma Cizîrê weke Fermandara eniyeke YPG’ê cih digirt. Lê di heman demê de berxwedan û bagera ku li Kobanê rabûbû his dikir. Gelek israr kir ku berê xwe bide Kobanê. Lewra li ser hevrêya wê ya vê rêwitiyê Rûken Qamişlo wiha qala wan deman dike: “Ozgur kêliyên xwe ji bo derbasbûna Kobanê dijimartin. Beriya em derbasî Kobanê bibin û dema ku em hîna li ser sînor bûn, êdî ew dengê bagera li Kobanê radibû dibihîst, dengê teqandina guleyan, tank û topan bi asîmanan ve ketibû. Di navbera çend kêliyan de ew sînor ronî û car din tarî dikir. Êdî hedara Ozgur û me nema bû”.
Vê komê di bin guleyên artêşa Tirk de sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de derbas kir.
Çawa lingê Ozgur gihişt xaka Kobanê henaseke kûr kişand û ji Rûkenê re got, “Ez gihiştim Kobanê, Rûkenê.”
Bagera li Kobanê radibû, jê re weke senfoniyeke herikîna jiyanê dihat, lewra li ser dengên muzîka vê senfoniyê bi lez û bez ew jî herikî Kobanê. Li vir weke fermandara eniya Rojava cih girt.
Ji bo hevalê xwe şehîd bû
Berbanga 29’ê Mijdara 2014’an, Kobanê li ser dengekî ne jirêzê rabû. Çeteyên DAIŞ`ê ji 4 aliyên Kobanê ve êrişî nîv gilovera Kobanê kirin.
Fermandar Ozgur Jiyan yek ji milîtanan bû ku berê xwe da wê dojehê. Ji nav 3 fermandarên eniya Rojava israr dike ku berxwedana şervanan û tevgerîna wan a li hember çeteyan kordîne bike.
Ozgur niha şer kordîne dike û şervanên wê jî di xetên pêş de canê xwe dane ber tankan.
Carekê dengek bi şervanekî wê ket. “Mezlûm im, heval”. Li ser bêtêlê dengên “Mezlûmek me heye. birîndarek me heye heval” hat. Dengê şervanekî birîndar ku di xeterê de ye û nikare xwe rizgar bike, dihat.
Ozgurê li ber hawara xelasiyê ya vî şervanî tehemûl nekir. Berê xwe da wir. Di heman kêliyê de ku Ozgur xwe digihîne şervanê xwe da ku wî rizgar bike, 3 guleyên segvanan li bedena wê ya narîn dikevin. Îcar Ozgur bi ser şervanê xwe de dikeve.
Ozgur heya ku tangên ku ew dorpêç kirine bên rûxandin, bi bedena xwe, xwe da pêşiya şervanê birîndar û ew parast. Wiha fermandar Ozgur şervanê xwe rizgar kir. Lê ew ji vê tabloyê ne wekî birîndar, wekî şehîd derket.
NÛRHAT HESEN / ANHA / HELEB