Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo ya ku ji bo piştevaniya metiryalên nû yên perwerdeyê, kampanya “Ez ê biçim dibistana xwe” da destpêkirin.Li dibistana Elî bin Ebî Talib pîrozbahiyek hate organîze kirin. Di pîrozbahiyê de Serokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê Mihemed Salih Ebdo, Hevserokê Meclisa Şaredariya Mezin a Qamişlo Muaz Ebdulkerîm, Hevseorkê Meclisa Şaredariya Rojhilat a Qamişlo Şêrzad Îbrahîm, Hevserokê Meclisa Gel a Qamişlo Feyrûşah Remezan û bi dehan welatî û xwendekar amade bûn. 


‘Ziman mafên bingehîn e’

Berî ku şahî dest pê bike li ser navê meclisê daxuyaniyek ji aliyê endama Meclisê Kerîma Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê hate bi bîr xistin ku nezî çend hefte ne sala nû ya perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kirî ye û wiha hate gotin: "Di nava welatiyên herêmê de herî zêde mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê tê gotûbêjkirin. Ziman mafekî rewa û bingehîn ê gelan e. Ji bo hêmanên demokrasiyê werin bicihkrin, her pêkhate û netewek divê beriya her tiştî bi zimanê xwe yê zikmakî pewrerdeyê bibîne.” 


Girîngiya perwerdeyê

Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya perwerdeyê û keda ku hatiye dayîn û ev tişt hat gotin: “Wekî Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo bi kampanyaya ‟Ez ê biçim dibistana xwe‟ em hemû hewldanên gelê xwe, komîteyên perwerde, saziyên Rêveberiya Xweser ku bi şev û roj ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî li ser kar in, pîroz dibînin. Li hemberî şehîdên ku li eniyên parastina çanda van gelan canê xwe dan, bejna xwe ditewînin.”

Di daxuyaniya Meclîsê de hate diyar kirin ku, ewê berpirsyartiyên xwe yên zimanê zikmakî pêk binin û wiha hate gotin: “Em ê piştgiriyê bidin hemû pergal û metiryalên nû yên perwerdeyê û em di rêya serkeftin û berdewamkirina şoreşa xwe de bi israr in. Ji vê bingehê ve me kampanya ‘Ez ê biçim dibistana xwe’ destpê kir da ku piştgiryê bidin hemû komîte û saziyên perwerdehiyê.”


Wê salekê bidome

Piştî axaftinan, Koma Rîhan a girêdayî Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hin ji stranên folklorî yên derbarê ziman û hezkirina ji welat de pêşkêş kirin. 

Kampanya ku di 20’ê cotmehê destpê kir, dê heta dawiya sala perwerdeyê dewam bike û li tevahiya dibistianên bajarê Qamişlo çalakiyên bi vî rengî werin organîzekirin.    


 ANHA/QAMIŞLO