Şêwekarê Kurd Omer Eken, li Şanoya Bajêr a Amedê pêşangeheke bi navê ‘Wêneyên Demê’ vekir û got, li gel zor û zehmetiyan jî ew ê berê xwe nede Ewrûpayê.

Resmên şêwekar Omer Eken ji 9’ê Mijdarê ve tên nîşandan. Pêşangeha wî li Şanoya Bajêr hatiye vekirin û wê heta 30’ê Mijdarê dewam bike.

Eken dibêje, wêneyên li pêşangehê tên nîşandan, ew wêne ne ku wî di dema xwendekariya xwe û piştî wê de xêz kirine û got, ”Wêneyên ku di dema xwendekariya xwe de min çêkirin bi giranî li ser xweza û mirovan in. Yên piştî akademiyê jî wêneyên bêhtir felsefîk in. Ez bi giranî li ser dijberên hev ên li nava diyalektîkê wêneyan xêz dikim. Hewl didim vê rastiya li nava dijberiyan û nakokiya di nava vê rastiyê de nîşan bidim.”

Eken dibêje, li Ofîs a Amedê atolyeyeke wî heye û wiha dewam dike: ”Li atolyeyê dersê didim şagirtan. Hewl didim pêşî li şêwekarlên nû vekim. Niyeta min nîne ku ji Amedê biçim. Ez ê ti carî li çûyîna rojavayê Tirkiyeyê yan jî li çûyîna Ewrûpayê nefikirim. Ez ê li vir bimînim. Gotina, ‘civak me û karê me fêhm nake, lewma wateya xwe nîne ku li vir bimînim’ gotineke hêsan e. Pêwîstiya gelê li vir bi helbestvan, şêwekar, rojnamevan û şanogeran heye. Lewma bang li hemû dostên xwe yên hunermend dikim ku li vir bixebitin.”

Pirraniya şagirtan bi Kurdî nizanin

Eken wekî din îşaret bi pirsgirêkeke din dike. Ew dibêje, ew dixwaze dersên xwe bi Kurdî bide, lê belê pirraniya şagirtên wî bi Kurdî nizanin û wiha dipeyive: ”Ev yek cihê xemgîniyê ye. Neçar dimînim ku li atolyeya xwe bi Tirkî dersê bidim. Lê dema bê em ê sinifa perwerdeya bi Kurdî vekin.”

Şêwekar Omer Eken tîne ziman ku ew li ser pirsgirêka Kurd wêneyekî mezin çêdike û dibêje, ”Ez wêneyekî mezin çêdikim ku qala 100 salên dawî yên pirsgirêka Kurd dike. Hemû malzemeyên teknîkî amade ne, tenê belgeyan didim hev. Ez bi wî wêneyî nêzî 70-80 kesayetên girîng ên Kurd xêz bikim. Wê bibe wêneyekî welê ku mirov dikare jê re bibêje profîla 100 salî ya pirsgirêka Kurd.”

Di dawiyê de Eken ji Amediyan xwest ku biçin pêşangeha li Şanoya Bajêr a Amedê.

 

ANF/AMED