Ji ber ku goma Atîlla 200 metre li jêra gund li nêzî sînorê Tirkiye û Îranê hatiye avakirin, rayedarên Tirkiyeyê dixwazin goma wî hilweşînin. Atilla anî ziman ku ji ber Tirkiye û Îranê peymana sînor îmze kirine dixwazin goma wî ya li nêzî sînor hilweşînin. Atîlla anî ziman ku goma wan li nêzî sînorê Îranê ye û li hemberê qereqolên leşkeriyê yên Îrane heye.


Sînor têl kirine
Atîlla, da zanîn ku pezên wî yên ji gomê derdikevin û sînor derbas dikin, ji aliyê leşkerên Îranê ve têne desteserkirin. Atîlla anî ziman ku kesên çemê li ser sînor derbas dikin, an dibin qurbana mayînan an jî leşkerên Îranê wî didin ber guleyan. Atîlla da zanîn ku rayedarên Tirkiye û Îranê di nava xwe de hi lev kirine û tel kişandin ser sînor. Ahmet Atilla yê 75 salî anî ziman ku rayedarên Îranê di sala 2013'an de bi rayedarên dewletê yên li Geverê re hevdîtin pêk anîn û piştî vê peymanê xwestin ku qereqola xwe ji ser sînor rake û wiha got: "Bi salan e ez li vir sewalan xwedî dikim. Bi salan e goma min li vir e. Heta niha çima goma min gef li welatiyan nexwar û çima ji niha û şûnde goma min li Îranê gefan dixwe." 


Mayinên du welatan
Atîlla anî ziman ku ji ber mayinan wî pî û çavekî xwe winda kir û wiha pê de çû: "Ji ber em di nava 2 dewletan de mane em zêde zerarê dibînin. Ji ber em ketine neqeba sînorê 2 dewletan, li vir mayîn çandine û welatî bi mayînan jiyana xwe ji dest didin. Em seqet dimînin. Min li nêzî gundê Aylava pêl mayînê kir. Ji ber teqîna mayînê min piyekî xwe û çavê xwe winda kir. Çi dibe bila bibe ez destûr nadin ev gund vala bibe û ez goma xwe ji vir ranakim. Hêza tu kesî tune ku gundê me vala bike û me ji vir koçber bike." Keyayê gund Perviz Beşer jî ani ziman ku ji ber di salên 1990'an de leşkeran li vir mayîn çandin gelek welatî birîndar bûn û hin ji wan jî jiyana xwe ji dest dan. 5 roj berê leşkerên Îranê di navbera gundên Aylava û Serêşkeftê de welatiyekî 25 salî dan ber guleyan û înfaz kirin. 

DÎHA/COLEMÊRG