
Ji Fermandarên HPG’ê Dr. Bahoz Erdal bi rêya telefonê ji nûçegihanê Başûrê Kurdistanê yê televîzyona El-Cezîre Ahmet Zawîtî re axivî û da xuyakirin, ku nûçeyên têkildarî wî di medya şerê taybet a Tirk de hatine weşandin, derew in.
Bahoz Erdal bi bîr xist, ku nûçeyên bi vî rengî yên li hemberî wî timî tên weşandin û anî ziman ku îdîayên dawî jî derew in. Dr. Bahoz Erdal got, “ez li ser karê xwe me.”
Di nûçeya nûçegihanê El Cezîre Ahmet Zawîtî de nehat gotin, axaftina bi telefonê li ku hatiye kirin û Bahoz Erdal li ku ye.
Derewa ajansa fermî ya Tirk AA´yê
Ajansa fermî ya dewleta Tirk AA´yê, hefteya derbasbûyî ragihandibû ku Dr. Bahoz Erdal li Rojava jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê di cih de ragihand ku ev nûçe ne rast e û diyar kir ku Bahoz Erdal li Kurdistanê li ser karê xwe ye.
NAVENDA NÛÇEYAN