Kitêba çîrokan a Şêxo Fîlîk ji Weşanên Avestayê derçû. Di kitêbê de nivîskarê ciwan Şêxo Fîlîk xwe li terzekî nû ceribandiye. Ji bo terza xwe ew dibêje, “Di pirtûkê de kolaj hatiye ceribandin û (kitêbê) xwastiye balê bide ser teoriya navdeqî (întertextuality) ku dibêje, hemû metin dubarekirina metnên beriya xwe ne”.

Çîrokên di kitêbê de hemû bi şêwaza kolajê hatine nivîsîn. Kolaj -ji Fransî ye û têmaneye bihevvezeliqandinê- bi maneya wêjeyî, metin, hevok û peyvên heyî bi hev ve tên zeliqandin û bi wan berhemeke din a nû tê çêkirin. Ew ne ez bûm, ji bo Şêxo Filîk, xweceribandina ha li vê kolajê ye.

 

STENBOL