Rûniştina doza li dijî ajanê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan, li bajarê Elmanyayê Hamburgê dest pê kir. Sayan li xwe mikur hat ku têkiliya wî bi Yakûp Tûfan Karacali û Kemal Sakîn ên li Şûbeya Terorê li dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyeta Enqereyê re heye. 

Ajanê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan, Kanûna 2016’an li bajarê Hamburgê hate binçavkirin. Rûniştina destpêkê ya doza li dijî Sayan doh dest pê kir. Nêzîkî salekê ye ku Sayan di girtîgehê de ye. Di rûniştinê de, gilînameya têkildarî wî hate amadekirin, hat xwendin. Dozger di gilînameyê de got, Sayan ji sala 2013’an û vir ve ji MÎT’ê re dixebite, Îlona 2015´an û Kanûna 2016’an ji bo şopandina siyasetmedarên Kurd ên li Ewrûpayê, kar kiriye û di nava vê demê de bi rêya e-mailê têkilî bi rayedarên MÎT’ê re daniye. 

Mehmet Fatîh Sayan ev îdîayên ku di îfadeya xwe ya destpêkê de qebûl kiribûn red kirin. Wî jî îdîa kir ku ew ne ti ajan e, sîxuriya wî tenê ji bo poîsan e û her tişt tesadufek bûye.


Der Spiegelê beriya wî rê da ber wî

Saziya ragihandinê ya online a kovara Der Spielgelê, Spiegel Onlineê pêr li ser Sayan nûçeyeke berfireh weşand. Li vir kovarê îşaret pê kir ku hevala wî agahiyên li ser karê wê yê sîxuriya MÎT´ê daye rojnameya me Yeni Ozgur Politikayê, û bi vê yekê rayedarên Elman hîna nû zend û bend vemalîne. Piştî ku Sayan hat girtin, kovar jî dibêje li gorî îfadeya li polîs û dozgeriyê ya Sayan qebûl dike ku sîxûrê MÎT´ê ye. 

Tevî ku gelek kitekitên di îfadeyê de, agahiyên yekser ji hevala Sayan hatine girtin di nûçeyê de cih digirin, û tê gotin, Sayan qebûlkiriye ku amadekariyên kuştina siyasetvanê Kurd Yuksel Koç hatine kirin, behsa kirinên reşkujiyê yên MÎT´ê weke komkujiya li Parîsê li dijî siyasetvanên Kurd nake. Bi rengekî ji rengan kovar wî weke sîxurekî piçûk, xeşîm û ne ti sîxur nîşan dide.

Bi vê ecêbê, Sayan jî xwe li vê xeşîmiyê datîne, û îdîa dike ku îfadeyên wî yên li polîs û dozgeriyê tenê ji bo mana li Elmanyayê bûne.

Çav li rê ye sibe di rûniştina dozê de Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç weke şahid îfade bide.


Banga li Elmanyayê

Siyasetvanên Kurd û Elman pêr li Hamburgê daxuyaniyek dabûn çapemeniyê û ev bang li dewleta Elman kiribûn: “Bila Kurd careke din nebin qurbanê têkiliyên navneteweyî. Bila ev doz jî mîna dadgeha Gergerlîoglû nebe qurbanê siyasetê.” Parlamenterê Elman ê ji Partiya Çep Jan van Aken jî li ser mijarê rexne li Serokkomarê Tirk Erdogan kir û got, “Erdogan mîna axtepotekî ajanên xwe dişîne her derê û bi vî rengî hewl dide tirsê li her cihî belav bike. Beriya her tiştî divê êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê û karê parvekirina îstîxbaratê yê di navbera her du dewletan de bê sekinandin.” 


 HAMBURG