Piştî salan me hev li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê dît, pirtûka hevalê Resul a ji çil û du helbestên têr û tije pêk tê ji aliyê weşanên J&j ve hatiye nivîsandin. Vê pirtûkê dilê Kurdîhez û helbesthezan xweş kiriye.

Hestên dîlgirtî û şoreşgeriyeke Kurd ku di salên dûr û dirêj de bi pênûsa hevrê Resul Baltaci rijiyaye ser kaxiz me pêşwazî dikin di vê berhema xweş de. “Xwezî” yên ku di vê berhemê de hatine ziman her wisa berdevkiya xweziyên e me dîlgirtiyên azadiyê hemûyan dikin. Ji ber vê jî her yek ji me para xwe di pirtûkan de dibîne. Ji ber ku hevrê Resul bi wê berhemê bûye berdevkê hestên me, spasiyê heq dike. 

Salên dawiyê ji hêla wêjeya zindanê ve jî salên berhemdar in. Di van salan de berhemên gelek hevrêyên me hatin weşandin. Hevrê Resul jî bi salan e bi nivîs û helbestên xwe di rojname û kovaran de dibe mêvanê sifreya me. Vê carê bi pirtûka “Ez penaber im” re cihekî xwe yê mayînde di pirtûkxaneya dil û hişê me de vedike. Bi rêzikên; “Xwezî hebûya min bilûrek/Guhdarî bikira mêvanê dilan/êşên bênav min bigeranda/li çol û çiyayên azadiyê” me jî beşdarî hestên xwe dike û bi dengê bilûrê re me li çiyayên Kurdistanê, li deşt û çolên bêdawî digerîne. 

Helbestên hevrê Resul, ne tenê hestan vedibêjin; her wiha ‘çîrokên êşên me” jî vedibêjin, di nav rabirdû û dema niha de, dahatûyê destnîşan dikin û dibêje: “Sonda min heye/ bi hemû tilîliyên xwe/ bi dengê xwe yê har/ Bi zimanê qedexe/ Ez ê vebêjim/evîna me…”  û helwesta xwe ya li hemberî pergala heyî bi zimanê qedexe tîne ziman, carna serê xwe datîne ser çoka şeva tarî û carna bi evîna sorgulê dil dike nanê sêlê. Carna jî ji saz dil lava dike ku kîn û hêrsa wî vebêje û carna jî rondikên şîn û rej ji ewrên spî dibarîne.

Hevrê Resul hîs kiriye û hîs, hest, xwez û hêrsa xwe bi hostatiyeke baş bi me re parve kiriye. Bi xwendina her helbesteke pirtûkê re çêjeke xwe a wêjeyî li ser zimanê mirov dimîne.

Helbestkar heke xwedî feraset û zanîneke azad be nabe ku li hemberî ya heyî bêdeng bimîne û ne xwedî helwest be. Hevrê Resul jî hem bi sekna xwe, hem bi helbestên xwe lêgerîn û raperîna xwe didomîne. Ev jî giyan dide rêzikên helbestan. Rêzikên; “Hêj qîrîna te qedexe ye/ hebûna îşkence û kuştinê( bi sedan tirbên me yên bi hev re/ wê ronahî bide rêya me…” cih û sekna helbestkar jî diyar dike. Rêzikên hevrê Resul jî deng didin qîrîna qedexe, bi tilîliyên dayikan re li hemberî zordaran têdikoşe, bi dengê Evrîma biçûk û şêrîn bang dike da ku deşt û çiya, gelî û newal û daristan bibihîzin.

“Ez penbaber im” ne tenê irtûka helbestên ji rêzê ye. Giyana pêvajoyeke demdirêj e. Bûyerên ku ji salên 2000’î heta 2013’an pêk hatine dîsa tîne bîra me. Hestên hevaltiyê, dilê ku bi agir dîlan girêdane, hêrsa li hemberî zordestiyê, hêviyên dahatûyê bi me dide hîskirin.

Heke wêrekiya helbestkaran ew be ku hestên xwe bi me re parve dikin, wê demê hevrê Resul Baltaci jî helbestkarekî wêrek e. 

Min bi kêf pirtûka “Ez penaber im” xwend. Hêvîdar im ku hûn jî ji wê kêfê bêpar nemînin. Spas ji bo hevrê Resul ku te em kirin hevparên hestên xwe. Em li benda berhemên te yên nû ne. 


HAYRETÎN ATLIG / Girtîgeha Tîpa t a SIWÊREGÊ