Sê sal di ser Berxwedana Xwerêveberiyan a li Bakurê Kurdistanê re derbas bû. Heta niha 301 cenaze ku piraniya wan di van çaxan de şehîd bûne û şervanên YPS´ê ne, radestî malbatê wan nehatine kirin.301 cenazeyên li goristanên Bêkesan ango li morgan cejnek din jî “bêkes” derbas dikin.
Ji 16’ê tebaxa 2015’an heta 1’ê hezîrana 2017’an li Amedê 127, Li Mêrdînê 32, li Colemêrgê 20, li Şirnexê 13, li Bedlîsê 8, li Êlihê 3, li Mûşê 4, li Çewligê 5, li Dêrsimê 5 û li Xarpêtê jî carek qedexeya derketina kolanan hatin îlankirin. Bi tevahî li 10 bajar û herî kêm li 43 navçeyan qedexe îlan bû. Li gorî agahiyên fermî li ber dest bi giştî 218 roj bênavber qedexeya derketina kolanan dewam kiriye.
Endamê HPG’ê û YPS’ê ne
Di şerên Berxwedana Xwerêveberiyan de û di çolteran de bi sedan endamê HPG’ê û YPS’ê şehîd bûn. Li gel serlêdanên malbatan jî bi sedan cenazeyê HPG’î û YPS’yan radest nekirine. Bi sedan cenaze li morg û goristanên Bêkesan tên rawestandin. Hêj li Goristana Yenîkoya Amedê 23 cenaze, li Rihayê 27 cenaze, li Xarpêtê 1 cenaze, li Dîlokê 7 cenaze, li Cizîrê 33 cenaze, li Silopiya 17 cenaze, li Şinrexê 42, li Erziromê 54, li Trabzonê 6 cenaze, li Wanê 6 cenaze, li Sêrtê 10 cenaze, li Bedlîsê 25 û li Meletiyê jî 50 cenaze hêj nehatine teşhîskirin û li benda teşhîsê ne. An jî malbatên wan xwîna testa DNA’yê dane û testa wan bi encam nebûye.
Li gel malbatên cenazeyan gelek caran serî li Serdozgeriyên Komarê yên bajaran dan jî û dayîna testa DNA’yê hêj 301 cenaze nehatine teşhîskirin. 301 cenazeyên li 13 bajaran tên rawestandin, cejnek din jî ‘bêkes’ pêşwazî kirin.
AMED