Besê, roja fermanê Tebaxa par li Şengalê dema ji çeteyên DAIŞ’ê reviya, rêya wan hat birrîn. Bi birayê xwe û 9 xwişkên xwe re dîl ket destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber li gorî çeteyan dayik û bavê Besê kal û pîr bûn û bi kêrî wan nayên, ew hatin berdan.
Besê behsa êsîriya xwe kir û got, destpêkê li Til Afer di dibistaneke binerd de hatin hiştin. Besê got, danê êvarê ji destê çeteyan reviyaye û xwe spartiye malbateke Ereb, malbata Ereb ew teslîmî malbatek Kurd kiriye, malbata Kurd jî ew aniye Kobanê û teslîmî şervanên YPG’ê kiriye. Besê ragihand ku şervanên YPG’ê jî ji korîdora Rojava û Şengalê ew li cem gerîlayên HPG’ê û YJA Star danîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger PKK nebaya, ez azad nedibûm. Ez spasiya PKK’ê dikim.”
ANF/ŞENGAL