Yek ji cihên welatiyên Êzîdî lê jiyan dikin jî Efrîn e. Li herêma xweser a Efrînê bi qasî 10 hezar kurdên Êzîdî dijîn, lê heta niha tu mafên wan nehatibûn dayîn. Berevajî vê yekê di dema rêjîma Baas a Suriyê de kurdên Êzîdî, bi darê zorê tevlî dersên ola Îslamî dihatin kirin. Yên tevlî van dersan nedibûn jî, ji dibistanê dihatin avêtin.
Bi destpêkirina pêvajoya Şoreşa Rojava û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re, kurdên Êzîdî jî ketin nava hewldanan û komeleyên xwe vekirin, her wiha dest bi xebatên xwe yên rêxistinî, çandî û civakî kirin.
Yek ji dezgehên hatine vekirin jî Komaleya Êzîdiyan a Herêma Efrînê ye. Endamên Komeleyê bi armanca ku dersên ola Êzîdî li dibistanên ferî yên kantonê bêne dayîn, serî li Desteya Perwerdeyê ya Kantonê dan û daxwaznameya xwe ji wan re pêşkêş kirin.

Mamoste hatin perwerde kirin

Desteya Perwedeyê jî ev daxwaz bi erênî bersivandin û bi komeleyê re amadekarî dan destpêkirin. Li ser vê yekê Komîteya Perwerdeyê ya Komeleya Êzîdiyan, bi armanca amadekekirina mamosteyan ji gulana 2014'an ve dewreya gihandina mamosteyan da destpêkirin. Piştî vekirina dewreyê 18 ciwanên Êzîdî serlêdan kirin û tevlî perwerdeya ku ji aliyê 3 mamosteyên lêkolîn kiribûn û ola Êzîdayetî dizanîn ve hat dayîn bûn.
Perwedeya mamosteyan ku hefteyê 2 rojan hate dayîn, di 3’yê kanûnê de bi dawî bûn. Bi munasebeta bidawîbûna perwerdeyê merasîmek olî hate lidarxistin.
Merasîm li navenda Komeleya Êzîdiyan bi tevlîbûna mamosteyên ola Êzîdî yên nû, rêveberiya komeleyê û mamosteyên perwerde didan bi pêxistina findan destpê kir.
Piştre qewla îmanê ya ola Êzîdî ji aliyê mamosteya olî Nisrîn Iso ve hate xwendin û dûa hate kirin. Di merasîmê de her wiha Pîr Şemo ji mamosteyên nû re axivî û ji wan xwest ku xwendekaran li ser rastiyê perwerde bikin, her wiha bi berpisyarekiyeke mezin tişta ku hînbûne fêrî nifşên pêş bikin. Şemo, destnîşan kir ku mamoste pêşengiya civakê dikin û  ji wan daxwaz kir zarokan li ser ola Êzîdî fêrî rastiyê bikin.
Şemoher wiha spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir û got: ''Xewna me ya sedê salan bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re bû rastî.''
'Perwerde wê di meha çile de destpê bike’
Têkildarî perwedeyê mamoste Nisrîn Îso piştî merasîmê agahî dan ANHA’yê û got ku niha wan bi derfet û keda xwe 18 mamoste perwerde kirine û wiha axivî: ''Pirtûkên ku me ders li ser dan ji Laleşê hatin, me niha beşek mamoste amade kirin.”

Wê mamosteyan bişînin Cizîrê jî

Nisrîn Îso, da zanîn ku ewê di meha çile de li dibistanên fermî dest bi perwerdeyê bikin, her wiha dewreya duyemîn a perwerdekirina mamosteyan jî bidin destpêkirin û wiha dê de çû: “Bila mamoseteyên me hebin em ê di demên pêş de xwe bişînin herêma Cizîrê jî. Bi rastî xewna me ya hezarê salan îro pêk tê.''
Mamosteya  nû Nazliye Qasmim jî diyar kir ku wê bi hemû derfetên xwe tiştên hatine fêrkirin nîşanî nifşên nû bidin.
Hêjaye gotinê ye ku ev wê bibe cara yekemîn ku di civaka Êzîdiyan de dersên ola Êzdayetiyê di dibistanên fermî de têne dayîn.

Li gorî biryara Desteya Perwerdeyê ya Kantonê êdî li dibistanên gundên Êzîdiyan û hin dibistanên navenda Kantonê wê dersên olî liser Êzdayetiyê bêne dayîn.  Mamosteyên ku hatine perwerdekirin jî, li gorî pêdiviyan wê li van dibistanan bêne erkdarkirin.


DILYAR CEZÎRÎ/ANHA/EFRÎN