
Derbarê rewşa îro ya êzîdiyên li Almanyayê dijîn de me çend pirs li Mamoste Emîn Akbaş re kir. Mamoste Akbaş, ji sala 1993an heta 1996an serokatiya Yekîtiya Êzîdiyan kiriye û ew ji damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) ve di nav kar û xebata perwerdehiya zimanê kurdî ya li Almanyayê de ye. Mamoste Akbaş di heman demê de îmze avêtiye şeş pirtûkên derbarê perwerdehiya zimanê kurdî û çanda êzîdiyatiyê jî.
Mamoste, hejmara êzîdiyên li Almanyayê dijîn çiqas e û ji kîjan herêmên Kurdistanê hatine?
Mirov nikare hijmareke serast ji bo êzîdiyên li Almanya dijîn bêje. Hijmarên heta roja îro hatine diyarkirin texmînî ne û hevdû nagirin. Ji ber ku di van çend salên dawî de gelek êzîdiyên Kurdistana Başûr hatine Almanya û li vir bi cih bûne, ez texmîn dikim ku hijmara êzîdiyan gihiştiye 100 hezarî.
Ezdiyên li Almanya dijîn, ji bakur, başûr û başûr rojhilatê Kurdistanê û herwiha ji dewletên Kafkasyayê yên mîna Ermenîstan û Gurcîstanê hatine.
Êzîdiyên li Almanyayê dijîn kurdî û almanî dipeyivin. Hem di hêla axavtinê hem jî di ya xwendin û nivîsandina kurdî de êzîdî gorî kurdên din xwedî hestiyariyeke berbiçav in. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Ez dikarim bêjim, dê û bavên li Kurdistanê çêbûne, li wir jiyane û di pey re hatine Almanya, li vir jî, di nav malbatê de bi kurdî diaxivin. Kesên li Welat çêbûne û hê di zarokatî an jî ciwaniya xwe de hatine Almanya û li vir mezin bûne û li vir çûne dibistanê, di nav malbatê de him bi kurdî û him jî bi almanî diaxivin. Lêbelê nivşê nû, ango zarokên li vir çêdibin, hima hima tevahiya wan di nav malbatê de bi almanî diaxivin. Hijmara zarokên vê demê di nav malbatê de bi kurdî diaxivin, çiqas diçe hindiktir dibe. Sedemê wê jî ev e, ku li Almanya hatiye ferzkirin, ku êdî zarok hê di 4-5, heta li hin deveran hê di 3 saliya xwe de dest bi çûyina Baxçeyê Zarokan (Kindergarten) bikin.
Gava mirov bikaranîna kurdî li gor civakên olî yên kurdistanî binirxîne, bê gûman dibîne, ku êzdî ji kurdên olên din dihebînin gelek gelek zêdetir li zimanê xwe xwedî derdikevin. Sedemê vê jî ev e, ku ola êzdiyatiyê, oleke netewî ye û hemû pêwîstiyên olî yên mîna, diha, qewl (ji xeynî çend qewlan), şîn û şahî û hwd. bi kurdî ne. Ji ber vê sedemê jî êzdiyatî oleke kurdewarî yê û tenê dikare bi kurdî bijî. Gava zimanê kurdî ji nav civaka êzdiyan derkeve, ango di nav civakê de êdî neyê bikaranîn, bêgûman wê hingê hindabûna ola êzdiyatiyê jî bi xwe re bîne.
Di warê xwedîderketina li zimanê kurdî de, dikarim bi kêfxweşî tiştekî din jî bêjim, ku li Almanya li van çar eyaletên di dibistanên wan de fermî dersên kurdî tên dayin, zarokên herî serast beşdarî dersên kurdî dibin zarokên êzdiyan, malbatên herî bi berpirsiyarî tevdigerin û zarokên xwe serast dişînine dersên kurdî jî malbatên êzdî ne.
Ev helwest û nêzîkatiya civaka êzdî, herwiha malbat û zarokên êzdî ji bo min û tevahiya êzdiyan kêfxweşiyeke mezin e û serbilindayiyeke bêhempa ye.
Ola êzdiyatiyê, di nav êzdiyên li Almanya dijîn de, di warê pêwendiyên civakî de, vêgavê hêjî xwedîbandor e. Ev jî bi pêwendiyên êzdiyan yên navxweyî û xwedîderketina li nirxên xwe pêkhatiye.
Lêbelê, gava saziyên êzdiyan yên li Almanya, xebatên xwe yên perwerdehiya olî, çandî, civakî û hwd. zêdetir nekin û tedbîrên pêwîst negirin, sal bi sal êzdîtayiyê bandaora xwe ya nav civakê hindabike.
Di nava civaka êzîdî de bandora sazî, rêxistin an jî komaleyên modern çawa ye? Kesayetiyên olî an jî baweriyê di rêxistinbûna êzîdiyan de rolekî çawa dilîzin an jî bandoreke çawa li civakê dikin?
Bêgûman, di nava civaka êzdiyan de him bandora sazî rêxistinan, him jî ya oldar û rûsipiyan gelek e. Mixabin hemû kesên di nav civakê de xwedîbandor in, bi berpirsiyarî di nav saziyên êzdiyan de cih nagirin û ji bo ciwanan jî nabine alîkar. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser civakê dike û zirarê dide eşqa ciwanan ya xebatê. Gava sazî, oldar, rewşenbîr û rûsipiyên êzdiyan bi helwest û bi berpirsiyarî tevbigerin û berpirsiyariyên xwe bicih bînin, ez bawer dikim, ku hemû kes, partî û saziyên Almanya wê êzdiyan wek hêzeke mezin bihesibînin û jê re rêzdar bin.
Di nava nifşên nû û yên kevin ên êzîdî de di hêla ji hevdu fêmkirinê de pirsgirêk çawa xwe bi rûdidin?
Pirsgirêkên hevdûfêmkirina di navbera nivşên nû û kevin de çiqas diçe zêdetir dibin. Ev pirsgirêkên hevdûfêmnekirinê, him di warê bîr û baweriyê, him jî di warê perwerdehî, ehlaq, libas, çand, hevaltî û hwd., di gelek waran de xwe dide der. Ev yek ne ji bo civaka êzdiyan tenê, ji bo civakên din jî wiha ye.
Dema mirov ji derve dinêre; civaka êzîdî wekî civakeke nepenî xwuya dike.Gelo rastiya vê yekê çiye û têkiliyên êzîdiyan ên bi kurdên din û civakên din re îro çawa ye?
Ev yek ne rast e. Tam dijê wê, civaka êzdî civakeke vekirî ye. Ji ber ku di demên derbasbûyî de, ji aliyê dewletên êzdî li wan dijîn/dijiyan û herwiha ji aliyê ol û civakên din ve ji êzdiyatiyê û êzdiyan re rêz nehatiye diyarkirin û hertim li wan heqaretên mezin hatine kirin, êzdî neçar mane, ku îbadetên xwe bi awayên nependî bikin.
Li ser rûyê dinyayê, heta van salên dawî, li dewletekê tenê jî mafê vekirina Malên Êzdiyan yên îbadetê hatiye dayîn û êzdîyan venekiriye û lê îbadet nekirine? Na.
Li kîjan dewletê mafê çapkirina pirtûkên olî bi zimanê kurdî hatiye dayin û êzdiyan nexwestine pirtûkên xwe çap bikin? Dervayî wê hertim ji bo êzdiyatî pêşnekeve, civakên serdest û dewletên wan êrîş birine ser êzdiyan, wan qetilkirine û hemû berhemên olî îmha kirine. Tenê di dema Rêveberiya biraziyê Şîxadî “Şêx Hesen” , di sedsala 12an de 38 pirtûkên êzdiyan hatine îmhakirin. Ji bervê yekê jî êzdî neçar mane ku hemû agahdariyên di derbarê ola xwe de û herwiha qewl, beyt û dihayên xwe bi awayê jiberkirî biparêzin.
Pêwendiyên di navbera civaka êzdî û civakên olî yên kurdistanî de, eger hîn tam negihiştibe asteke dil dixwaze jî, gava mirov bi salên berê miqayese dike, dibîne, ku gihiştiye merheleyeke gelek girîng. Hevdûfêmkirin û jihevdû re rêzgirtin gelek pêşketiye. Herkes dizane, ku ev yek jî ne bi erzanî û hêsanî pêkhatiye. Ev yek bi saya berdêlên giranbûha yên di tekoşîna rizgariya netewî de hatine dayîn, hatiye pêkanîn.
XELÎL DALKILIÇ/KOLN