Êzidî, bi korîdora ewlekariyê ya ji aliyê PKK û YPG'yiyan ve hat vekirin, bi awayekî ewle derbasî Rojava û Bakurê Kurdistanê bûn. Naîme Xelîl bi navê niha (Leyla Şengalî) ya li gundê Dîgor ê Şengalê ji komkujiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû, da xuyakirin ku piştî ew hat Bakurê Kurdistanê wê li jin û zarokên Êzîdî yên dîl ketine destê çeteyan fikiriye, ji bo parastina xaka Kurdistanê û jinên Êzîdî biryar daye tevlî refên YJA STAR'ê bibe. Naîma Xelef niha li nav refên YJA STAR'ê navê Leyla Şengalî li xwe kir û got, "Ez jineke Êzîdî me. Ji bo Şengalê û xaka welatê xwe biparêzim, ji bo jin û zarokên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtî ne rizgar bibin bûm gerîla.
Leyla Şengalî da xuyakirin ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û gundên wan de ew bi tenê hatine hiştin û destnîşan kir ku Êzîdî ji aliyê HPG, YPG û YPJ'ê ve hatine rizgarkirin. Leyla Şengalî bang li jin û ciwanên Êzîdî kir û got, "Bila werin li cem hevalan, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin. Ji bo hilanîna tola jin û zarokên me tevlî hevalan bibin. Hemû jinên Êzîdî dikarin şer bikin, bila mêr jî weke Qasim Şeşo û Heyder Şeşo tevlî şer bibin."
ŞENGAL