
DÎLAN ŞEVAL/DÎHA/DUHOK
Heyetek ji Kurdên Êzîdî yên Şengalê, bi armanca destekdayîna Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) çû serdana buroya hilbijartinê ya li Dewra Hespa ya li Duhokê. Heyeta ji Serokê Komeleya Êzidiyan ya Tevgera Azadî û Demokratîk (TEVDA) Seîd Hesen Seîd, Omer Salih Îbrahîm, Nêrgiz Omer Salih, Çîmen Yûsûf Huseyîn, Hecî Suleyman Hecî, Reît Xelef Mûrad, Xelîl Abdo Hisên, Nesrîn Ehmed Emîr, Birco Mûrad Hetto, Hesen Heyder Mehmûd, ji aliyê namzetê PÇDK'ê yê Duhokê û endamê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û berpirsyarê buroya hilbijartinê Îbrahîm Oremar ve hatin pêşwazî kir. Oremar di destpêka serdanê de bi xêrhatina heyeta Şengalê kir û ji bo piştgiriyê spas kir.
Namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî jî der barê xebatên xwe de agahî da û diyar kur ji ber gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal digerin, ew gelek malbat, kes û saziyan ji nêz ve nas dikin.
Dr. Berwarî bal kişand ser zor û zehmetiyên Kurdên Êzîdî dijîn û got, "Li Kurdistanê mafên Kurdên Êzîdî nehatine ewlekirin. Êzîdî timî rastî qirkirinê hatine. Eger Kurdên Misliman du caran rastî qirkirinê hatibin, Kurdên Êzîdî bi sedan caran rastî qirkirinê hatine. Gelê Kurd hînê jî di komkujiyan re derbas dibe."
Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku hewl tê dayîn gelê Kurd ê Êzîdî ji hev cihê bikin û destnîşan kir ku polîtîkayên li ser Êzidiyan tê meşandin gelekî xetere ye.
Rizgarî di sîstema KCK'ê de ye
Namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî da xuyakirin ku sîstema KCK'ê ya li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye, Xweseriya Demokratîk û nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alternatîfa yekane ya rizgariya gelê Kurd û got, "Êzîdî gelek caran hatin talankirin. Talanî li ser erdnîgariya wan, ax û ola wan hat kirin. Em vê yekê şermerzar dikin. Divê di navbera civaka me de cihêkarî neyê kirin. Ez di wê baweriyê de em ku gelê me yê Êzîdî gihaştine wê baweriyê ku ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê divê dengê xwe ragihînin cîhanê."
Şengal bingehê Kurdistanê ye
Dr. Berwarî diyar kir ku biçûyîna parlamentê re ewê li ser madeya 140. rawestin û destnîşan kir ku bi taybetî ji bo qadên bi çûyîna Sedam Huseyîn re azad bûne, ew xwedî projeyên berfireh in.
Berwarî di vê mijarê de wiha peyivî, "Axa Kurdistanê ya 56 sal in diyar e, ji sala 2003'an û vir ve kirine mijara nîqaşan, gelo ev der Kurdistane yan na? Weke namzetên PÇDK'ê emê tu carî destûrê nedin ku qadên azad bibin mijara gotûbêj û polîtîkayan. Bi taybetî emê destûrê nedin ku li ser Şengalê ev nîqaş bê kirin. Şengal ne tenê parçeyek ji Kurdistanê ye, Şengal bingeha Kurdistanê ye. Kurdistan beriya 5000 salan li Şengalê destpê dike. Şengal cih û warên Sumeriyan e. Hînê nayê zanîn ka beriya gelê Şengalê tu gel li Şengalê hebûn an na. Madeya 140 madeyeke ji bo xapandina Kurdan hatiye derxistine, lewma emê vê madeyê qebûl nekin."
Dr. Berwarî bal kişand ser koçberiya gelê Êzîdî ji cih û warên xwe û bibîr xist ku beşeke mezin a civata Êzîdî li Ewropayê dijîn û got, "Keç û xortên Êzîdî li ser axa xwe najîn. Emê sîstemek welê ava bikin ku mirovên me yên li Ewropayê dê li axa xwe vegerin."
Serokê TEVDA'yê Seîd Hesen Seîd jî di axaftina xwe de anî ziman ku ji bo piştgirîdayîna PÇDK'ê ew hatine serdana wan û got, "Namzetên PÇDK'ê yên lîsteya 113'an dê bi felsefeya Rêber Apo bixebitin. Felsefe û îdeolojiya Rêber Apo nirx û hurmeteke gelekî mezin nîşanî hemû olan dide. Lewma em ji gelê xwe yê li herêma Behele û Xanki dijîn dixwazin, dengê xwe bidin lîsteya 113. a PÇDK'ê."