Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) Sabrî Atan, Şêx Şakir Karaca, Mûhammed Boga, Ayşe Karaca û Zera Reşo ve tê meşandin. Çalakger rojane bi dehan kesan re sohbetê dikin û der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de agahiyan didin. Li ser navê komê Sabrî Atan destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, tevlîbûna li vê çalakiyê ji bo civata Êzîdî mecbûriyeteke. Atan destnîşan kir ku rizgariya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi taybetî jî civata Êzîdî, bi azadiya Ocalan dibe.


Dem dema yekîtiyê ye

Endamê komê Şêx Şakir Karaca yê cara duyemîn e beşdarî çalakiyê dibe û da xuyakirin ku her çend çalakiya wan a nobedê ketiye sala xwe ya çaran jî Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û CPT berpirsyariyên xwe bi cih neanîne û ev xemsarî şermezar kir. Karaca anî ziman ku heta Ocalan azad bibe û Konseya Ewropa daxwazên wan bibîne, ew ê dest ji çalakiyên xwe bernedin.. Mûhammed Boga jî bang li yek ji gelê qedîm ê Rojhilata Navîn Asûrî û Suryaniyan kir ku beşdarî çalakiyê bibin û xwedî lê derkevin û got, „Mîna Rojava hêviya me ji azadiya Şengalê jî heye. DAIŞ çeteyek dijminê Kurdan e. Ji bilî yekîtiya li 4 parçeyan şenseke me ya din nîne û ev dema yekîtiyê hatiye. Bi vê yekîtiyê re wê azadiya Kurdistanê nêz be.Heta Rêberê me azad bibe em ê çalakiya xwe dewam bikin.“


‘Jinên Kurd ji cîhanê re bûn pêşeng’

Endamên Meclîsa Jinên Êzîdî Ayşe Karaca û Zera Reşo jî got, “Weke Meclîsa Jinên Êzîdî heta encamê bi dest bixin û Rêberê me azad bibe, em tevlî çalakiyê bûne. Em dizanin ku felsefeya azad a Rêber Apo ji bo hemû jinên cîhanê îro jî di asta pêşengtiyê de ye. Azadiya me jina nbi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê em bi dilsoziya bi Rêbertî re xwedî li têkoşînê derdikevin û têkoşînê dibin her qadê. “


NASÎP AKAR/ANF/STRASBOURG