Li ser navê şandê wê di civînê de axaftinek jî were kirin. Birêveberê Federasyona Komeleyên Êzîdiyan Zerdeşt Gunay ê ku bi karûbarên civakî radibe, der barê şandê de hin agahî dan û got, ev şand ji 10 kesan tê pê. Sivo Qewal Silêman serokatiya vê şandê dike ûdi nava endamên wê de Hoşeng Biroka, Dr. Mîrza Dinayî, Dr. Elî Husên jî hene. Di nava vê şandê de Xanê Egal jî cih xwe digire li ser navê Meclîsa Jinên Êzîdî û li gorî agahiyên Gunay ew nûneriya federasyona wan jî dike. Gunay da zanîn ku wan di biwara mijarê de nîqaşkirine û girêngiyê pê didin ku felaketa hatiye serê Êzîdiyan li wir rave bikin "lewma ev hewldana qirkirina xelkê Şengalê parçeyekî planeke mezin a ji bo fetisandina şoreşa Rojava bû û bi destwerdana hêzên YPG´ê hat astengkirin ku bigihêje armanca xwe." Gunay di raya giştî ya rojava de nîqaşên li ser alîkariya eskerî û sîlehan jî got, "ji ber berdana Şengalê bi dev çeteyên DAIŞ´ê bi ya me ya rast ew e, ev alîkariya eskerî bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê re were kirin." Gunay behsa mijara din kir a ku ew girîngiyê pê didin ku di civînê de behsa wê were kirin: rewşa koçberan û pêdiviya wan a bi alîkariya insanî. Zerdeşt Gunay di warê xala din de ku ew girîngiyê pê didin got, bi rêxistinbûna Êzîdiyan afirandina derfetên xwebirêvebirinê û xweparaztinê divê hebin. Ev jî bi rengê Kantonê bi ya Federasyona Komeleyên Êzîdî ya herî baş e. Gunay got, şanda navbirî wê doza paraztineke navneteweyî ji bo Êzîdî û mesîhiyan bike, lê belê ji bo Şengalê bi ya wan divê ev rengê paraztinê xwe bisipêre birêveberiyeke xweser a Êzîdiyan. Zerdeşt Gunay diyar kir ku mijarên din wê rizgarkirina kesên DAIŞ´ê revadî û paraztina koçberan be.
NAVENDA NÛÇEYAN