Fermandarê Hêza Parastina Şengalê (HPŞ) Heyder Şeşo di derbarê yekîtiya Êzidiya de bersiva pirsên Çira tv da. Heyder Şeşo bal kişande ser giringî û pêwîstiya yekîtiya Êzidiyan û got ku her kesê li pêşiya yekbûn û yekîtiya Êzidiyan bibe asteng, ew xiyanetê dike. Şeşo anî ziman ku ji yekîtiya Êzîdiyan gelek kar pêwîst e û got: “Divê em dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin li hember berjewendiyên Êzidatiyê. Dema em behsa yekîtiya Êzidiya bikin divê ne li ser axa Şengalê bi tenê be, li derveyî welat jî yekîtiya Êzidiya pêwîste. Her aliyê Êzîdî divê li ser esasê Êzidatiyê, dûrî aliyên siyasî bê ferq û cudahî li hev bi civin û planekê deynin û yekîtiyekê ava bikin.”
‘Li malên xwe rûniştin’
Şeşo bi bîr xist ku li Şengalê gelek hêz hene û wiha pê de çû: “ HPŞ,YBŞ-YJŞ, Fermandariya pêşmerge rolek mezin leyîstin. Lê mixabin hinek hêzên din ji roja fermanê heya rê venebûn li malên xwe rûniştibûn. Pêwîst e hemû hêzên li Şengalê ne divê bi heman hedef û armancê werin em cih û gundên Şengalê yên mayî rizgar bikin. Tenê dibin navê Êzîdiyatî de van cihan rizgar bikin. Çi diparêzin bila biparêzin, tenê wekî Êzîdî li xwe vegerin. Her aliyê siyasî piştgiriya êzidiyan bike em ê destxweşiya wan bikin, PKK û Wezareta Pêşmerga bila piştigira vê bikin em ê wan deynin ser çavê xwe.”
‘Gelê me qebûl nake‘
Heyder Şeşo bal kişande ser xweseriya ji bo Şengalê û wiha pêde çû; “Me geleke caran jî diyar kiriye hinek qanûn di Iraqê de hene pêwîst e li serê werê sekinandin. Ev herdû made maf dide baweriyan ku di hindirê Iraqê de xwe bi xwe rêve bibin. Bi zimanê dayika xwe, çand û baweriya xwe azad bijîn. Ji 2003 heya niha dibin madeya 140’î de mafê gelê me di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye winda kirin. Pêwîste gelê me êdi nema qebûl bike dibin navê maddeyekê de mafê me werê winda kirin. Îraq dibêje hûn girêdayî Hikumeta Merkezî ne, Hewlêr jî dibêje Şengal ser Kurdistanê ye û girêdayî me ye. Lê dema me daxwaza mafê xwe li Bexda kir, Bexda bêje biçin hûn di aliyê rêvebirinê de girêdayî Hewlêrê ne. Em diçin Hewlêrê lê ew jî dibêjin hun di aliyê rêveberiyê de girêdayî Bexda ne û vêya jî wekî minet ku alikariya Êzîdiyan dikin diyar bikin. Li gorî dîtina min ku fermana 3’ê Tebaxê jî ji ber vê yekê pêk hat. Li Şengalê wê demê hêzekî Artêşê û 11 hezar pêşmerge hebûn, ger wê demê aliyê di aliyê qanûnî de Şengal girêdayî Başûr bûya wê tiştek wisan nebûya. An jî hêzek li Şengala girêdayî Îraqê heba wê Şengal ne ketiba vê rewşê de.”
‘Piştgirî bi yekîtiyê tê’
Şeşo dibêje ku dive ji bo yekîtiyê Êzîdî wext winda nekin û wiha didomîne: “Ez hêvî dikim em wext winda nekin. Dîtina min de dewleta Iraqê, Emerîka, Rusya û hêzên navnetewî dema em bibin yek amade ne ku piştgiriya leşkerî bidin me. û bi me re bikin nava têkiliyan. Ger em wisan parçe parçe bin jî wê piştigiriya tu hêza nekin. Ji ber ku îro hêzên Erep yên ku hevdû qebûl dikin ji aliyê Iraq û Başûr ve jî tên qebûl kirin. Ji ber ku ji Êzîdiyatiyê zêdetir em piştigiriya siyaseta aliyan dikin, heya niha kesek piştigiriya me nake. Kengî me got em xwedî yek hêzin wê her kes piştigiriya me bike. Me wekî HPŞ devara ku em çûnê me ji bilî Êzîditiyê tiştek qebûl nekiriyê. Hêvî dikim em yekîtiya xwe çêbikin da ku em parastina erdê xwe bikin.”
RIZGAR DENIZ / ELÎ PÎR / ROJNEWS / ŞENGAL