
Konferansa Êzîdiyan a ji hêla Komisyona Kêman û Baweriyan a KCD'ê ku tê lidarxistin û dê 2 rojan berdewam bike bi beşdariya nûnerên Êzîdiyan re dest pê kir. Di konferansa ku di dîroka cîhanê de cara yekemîn e pêk tê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axaftinê kir û xwest gelê Êzîdî wan efû bike. Rûspiyê elê Êzîdiyan Mîr Tahsîn Saîd jî diyar kir ku Êzîdî di qirkirinên mezin de hatine derbas kirin û xwest hemû Kurd bibin yek.
Konferansa ku li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê pêk tê, Êzîdiyên ku bi zorê hatine koçber kirin di serî de ji welatên Ewropa û gelek welatên cuda yên cîhanê beşdar bûn. Bi armanca ku tê xwestin bên jibîrkirin, ji rewşê zelal bikin, nîqaşkirina pirsgirêkan û pêşniyarên çareseriyê pêş bixin di dîrokê de cara yekemîn di asta navneteweyî de konferanseke wiha yên Êzîdiyan tê li darxistin.
Di konferansa ku dê 2 roj dom bike de rûspiyên Êzîdiyan ên ji Herêma Kurdistana Federal Mîr Tahsîn Seîd, Hazim Seîd, Baba Şêx, ji Suriyê Bavê Cemîl, ji Elmanyayê Hoşeng Biroka, ji Ermenîstanê Temûr Hasanov, Serokê Giştî ya PÇDK'ê Diyar Xerîb, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Qeymakamê Şengalê Dexîl, Parlementera berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Uca, Endamên Meclîsê yên daîmî ya KCD'ê, parlementerên BDP'yî, nûner û rêveberên TZPKurdî, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, DİAY-DER, rayedarên Kîlîseya Meyremana û Ermenî, HDK, Ewropa, Rusya, Federal Kurdistan, Suriye jî gelek kes beşdarî konferansê bûn.
Li salona konferansê panqarta "Em bi rêxistinbûnê ber bi azadiyê ve dimeşin" hate daliqandin. Delegeyên hatin salona konferansê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Yên ked dane ji bo amadekariya konferansê yek bi yek dawetê ser dikê kirin û ew pîroz kirin. Pişt re qûrnefîlan dane wan. Yên derketibûn platformê qûrnefîlên girtibûn yek bi yek li rûhspiyên Êzîdiyan belav kirin.
Turk: Bi navê olê tevkujî pêk anîn
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, ji bo axaftina vekirinê di nava çepikan de derkete ser dikê û axaftinê kir. Turk, diyar kir ku bi salane li ser Êzîdiyan pêkûtiyên mezin hatine kirin û gelek êş bi wan dane kişandin. Turk, anî ziman ku gelek hemwelatiyên Êzîdî di qirkirinê de hatiye derbas kirin.
Turk, diyar kir ku komkujî piranî li ser navê ola îslamê hatin kirin û wiha got: "Lê di Quranê de tiştekî wisa tuneye. Di dema Abbasiyan de komkujî hatin kirin. Di dema Osmaniyan de û dema Yavuz Sultan Selîm de qirkirin hatin kirin. Di dîrokê de her tim li hemberî Êzîdiyan komkujî hatin kirin. Dîroka Êzîdiyan dîroka komkujiyan e. Êzîdî rastî zilmekî gelek mezin hatin. Şengal hate talankirin. Heta niha 73 komkujî li dijî Êzîdiyan pêk hatin. Divê Kurd bi armancên wekhev bibin yek."
Turk, anî ziman ku bi ji bo gelê Kurd Êzîdiyên Kurd qetil bikin gelek lîstik hatin lîstin û li Botanê her tim Êzîdî rastî zext û zordariyan hatin Alayên Hamîdiye hat Şengalê Êzîdî talan kirin. Turk, da zanîn ku Êzîdiyan her tim ji bo ol û civaka xwe têkoşîn meşandin û wiha axivî: "Rastî jî dema ku ez Êzîdiyan dibînim ez nizanim ez dê çi bêjim. Ji ber ku ez gelek xemgîn im. Xwîna Êzîdiyan di dest bapîrên me de heye. Li eniya bapîrên me lekeyekî qirêj heye. Em dixwazin hûn me efu bikin. Dijminên Kurdan Kurd bi hev dan qetilkirin. Divê ev yekê di dîroka Kurdan de neyê ji bîrkirin. Fars, Tirk û erep dixwazin Kurdan bêyî nasname bihêlin."
'Tiştek cihê zimanê zikmakî nagire'
Ji ruspiyên Êzîdiyên li Herêma Federal a Kurdistanê hatin Mîr Tahsîn Seîd bangî ser dikê hate kirin. Mîr Tahsîn Seîd ji ber temenê xwe yê borî bi zorê xwe li ser piyan digirt. Seid, spasiyên xwe pêşkêşî kesên konferan amade kirin kir û diyar kir ku berî her tiştî dema dema yekîtiyê ye. Mîr Tahsîn Seîd, anî ziman ku Êzîdî li ser vê xakê hatin belavkirin û wiha got: "Divê Êzîd li herêman neyên belavkirin. Hemû yek in. Êzidî ji komkujiyên mezin re hatin derbaskirin. Sedema komkujiyan yekîtî tunebûn. Divê Kurd zimanê zikmakî ji bîr nekin. Heke hûn 100 zimanan jî bizanin weke zimanê zikmakî nabe." Piştî axaftinê Mîr Tahsîn Seîd, tabloya wêneyê Laleşê li ser diyarî Turk hate kirin. Piştî re Turk destê Mîr Tahsîn Seîd maç kir.
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Konferans dê piştî guftûgoyên îro bidawî bibe. Di konferansê de mijarên weke "Di têkoşîna Kurdan de nasnameya Êzîdiyan", "Di dîrokê de hebûn Êzîdiyan" û "Di dîroka Êzîdiyan de rola jinê" hatin nîqaşkirin. Îro jî mijarên mîna "Pirsgirêkên Êzîdî dijîn" û "Ji bo yekîtiya Kurdan pêşniyarên çareseriyê" wê bên nîqaşkirin. Piştî konferansê wê encamname bê aşkerakirin.
DÎHA/AMED